AMED- Kampanyaya îmzeyan ku li hemberî rûxandina Sûrê hat destpêkirin her diçe xurtir dibe. Gelê Sûrê bal kişandin ser girîngiya Sûrê. Niştecihan bang kir ku divê pişetvaniya ji bo kampanyayê bê xurtkirin.
Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na, li hemberî rûxandina ku di bin navê "Veguherandina Bajêr" de li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê didome kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Kesên bixwazin pişevaniya kampanyayê bikin di ser civaka medyayî de ji vê navnîşanê @SurPlatformu tevlî kampanyayê bibin.
Gelê Sûrê yê di nav rûxandinê de dijî jî bi erênî li kampanyayê dinihêre û bang li hemû kesî kirin ku îmzeyê bavêjin.
‘NE 100 HEZAR, EM 200 HEZAR ÎMZEYÎ BERHEV BIKIN'
Abdulsellam Tanrıkulu, ev tam 30 sal e li Taxa Lalebeyê dijî. Tanrikulu ji bo Sûrê wiha dibêje: "Sûr mîrateya kal û pîrên me ye. Ji bo me nahmeteke bivênevê ye. Em wisa bi rihetî Sûrê teslîmî kesî nakin. Dewlet dixwaze bi zorê me derxîne. Em ê ji Sûrê dernekevin. Em ê heta dawiyê bitêkoşin. Em naxwazên bê rûxandin. Bang li her kesî dikim ku piştevaniya kampanyaya îmzeyê bikin. Ne 100 hezar em 200 hezar îmzeyî berhev bikin."
‘SÛR A ME YE'
Gonul Dag jî wiha got: "16 salî me. Dema min çavê xwe vekir li Sûrê bûm û dixwazim li Sûrê bigirim. Sûr bîranînên min e, Sûr cihê min ê jiyanê ye. Bi vê rûxandinê dixwazin bîranînên me tune bikin. Sûr a me ye. Bila Sûrê nerûxînin, bila çand û dîroka me tune nekin. Em li Sûrê keniyan, em li Sûrê giriyan û me şer jî li Sûrê dît. Êdî em naxwazin zilm li me bê kirin. Kesên zilmê dibînin bila piştevaniya kampanyaya îmzeyê bikin."
‘SÛR DÎROKA MIROVAHIYÊ YE'
Halîl Balci, 30 sal e li Sûrê ye. Balci wiha axivî: "Cihê jidayikbûna me ye. Ji bo neyê rûxandin em ê bi her awayî bitêkoşin. Me bi kêfxweşî kampanyaya îmzeyê pêşwazî kir. Dixwazim her kes îmze bavêje. Dixwazim her kes dengê xwe li dengê me zêde bike. Çimkî Sûr tenê ne ya me ye, dîroka mirovahiyê ye."
Eylul Akay 17 salî ye, ji bo serdana xizmên xwe yên li Sûrê bike ji Îzmîrê hatiye. Akay wiha dibêje: "Sûr dîrok e. Zarokatiya gelek mirovan li vir derbas bû. Ji bo wan bîranîn e. Naxwazim bê rûxandin. Em piştevaniyê xurtir bikin."
Halide Dag (60): "Sûr cihê feqîran, dilê Amedê ye. Em naxwazin ji Sûrê derkevin. Ji bo Sûr neyê rûxandin em piştevaniya kampanyaya îmzeyê bikin."
Hasret Topuz (15): "Sûr wek pirtûkeke ku nirxên me yên çandeyî vedibêje. Em naxwazên bê rûxandin."
Altun Goltepe (65): "Bi rûxandinê zilmê li gel dikin. Ez li vir çêbûm, li vir zewicîm, zarokên min li vir çêbûn. Naxwazim bê rûxandin. Em piştevaniya kampanyayê bikin."
Sema Zelal Şenci (10): "Sala çûyîn em bi dengê çek û bombeyan hişyar dibûn. Îsal jî bi dengê kemçeyan. Ji ber vê em ji rûxandinê re dibêjin na. Bila hemû cîhan dengê me bibihîse."
Elanûr Balci ya 5 salî jî wiha dibêje: "Ji Sûrê hez dikim. Naxwazim bê rûxandin. Çimkî dema tê rûxandin xemgîn dibim."