HDP dadikeve kuçeyan

ENQERE - HDP, dadikeve kuçeyan. Dê çalakiyên wê heta 4'ê Mijdarê bidomin. Parlementerên HDP'î dê komcivînên xwe yên Meclîsê li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê çê bikin û li van bajaran hefteyekê bi şev û biroj "nobeta berxwedanê" bigirin. Piştî van nobetan, dê bi mîtîngên mezin plana têkoşînê ku çend roj berê hatibû ragihandin bigihîne civakê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çend roj berê bi dirûşmeya "Em Ranewestin, Faşîzmê Rawestînin" deklarasyona Plana Têkoşîna Demokrasiyê daxuyandibû. Piştî vê deklarasyonê niha jî dadikeve kuçeyan. Di vê çarçoveyê de dê heta dawiya havînê komcivînên xwe yên Meclîsê li bajarên cuda çê bike. Piştî komcivînan, dê li bajarên ku civîn lê hatine çêkirin parlementer bi şev û biroj "nobetên berxwedanê" bigirin.

NOBETA BERXWEDANÊ

Strata van çalakiyan dê di 25'ê Tîrmeha 2017'an de di Komcivîna Meclîsê ya li Amedê de bê dayîn. Piştî civînê dê hin parlementer bênavber 24 saetan "nobeta demokrasiyê" bigirin. Di vê çalakiya ku dê bi şîara "Ji tecrîdê re na", "ji bo siyaseta demokratîk azadî" û "ji bo her kesî edalet" bê lidarxistin de dê hevdîtin bi saziyên civaka sivîl, rêxistinên demokratîk û civakê re bên çêkirin û hedef ew e ku bernameya têkoşînê ya hatibû daxuyandin bigihêje her kesî. Piştî çalakiya hefteyekê ya li Amedê dê nobet bi dorê li Stenbol, Wan û Îzmîrê bidomin.

ZEMÎNA TÊKOŞÎNEKE HEVPAR

Her wiha ji bo bajarên ji bilî van bajarên diyarkirî jî, bernameyeke çalakiyan hatiye amadekirin. Dê li bajarên din jî bi awayekî berfireh hevdîtinên gel çêbibin û dê ev heta dawiya meha Tebaxê bidomin. Li hel van hevdîtinan dê form bên lidarxistin, daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî bên dayîn.

Dê serdana saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk bê kirin û ji bo plana têkoşînê dê xebatên hevpar bên birêvebirin.

Bernameya çalakiyan ji sê merheleyan pêk tê. Dê vê merheleya wê heta meha Îlonê bidome. Di merheleya wê ya duyemîn de jî dê li herêmê mîtîngên girseyî bên lidarxistin. Dê li Amed û Stenbolê mîtîngên navendî û li herêmên din jî mîtîngên di asta herêmiyî de bên lidarxistin.

Dê HDP heta meha Mijdarê kuçeyan bi awayekî aktîf bi kar bîne û dê ev heta 4'ê Mijdarê salvegera girtina hevserokên giştî û parlementeran bidome. Her wiha dê di yekemîn salvegera girtinan de jî der barê girtinan de bernameyeke çalakiyan bê diyakirin.