REQQA - Hêzên YBŞ'ê di roja 48'emîn a operasyona Reqqayê de tev li operasyonê bûn. Hêzên YBŞ'ê diyarkirin ku fermana 73'yemîn li Reqqayê hatiye plankirin û wiha gotin: "Herî zêde mafê hêzên êzidî heye ku li Reqqayê şer bikin."
Li Reqqa operasyona "Cenga Mezin" bênavber didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyên rojhilat, rojava û başûrê bajêr her ku diçe pêşve diçin. Li Reqqaya ku pevçûnên dijwar diqewemin de, şervanên QSD'ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Her wiha hemû planên êrîşan ên DAIŞ'ê jî li valahiyê tên derxistin. Şervanên QSD'ê yên ku bêhn li DAIŞ'ê çikandine, nêzî 500 sivîlên din jî ji esareta DAIŞ'ê rizgar kirin. Di roja 48'emîn ê vê operasyona dîrokî de piştî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) niha jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî tevlî operasyonê bûn.
YBŞ TEVLÎ OPERASYONA REQQAYÊ BÛ
Hêzên YBŞ'ê ku wek tîmên taybet derbasî Reqqayê bûn, li eniya rojava ya bajêr bi cih bûn û li dijî DAIŞ'ê dest bi şer kirin. Welat Xeyranî ku di dema fermanê de reviya bû û xelas bûbû û niha jî di nav YBŞ'ê de ye, got ku YBŞ jî tevlî pêngava Reqqayê bûye. Xeyranî, anî ziman ku ew ji bo tolhildana jinên êzidî hatine. Xeyranî got ku DAIŞ'ê li Reqqayê nirxên gelê êzidî firotine. Xeyranî, dest nîşan kir ku ew ji bo wan li bajêr in û ew ê tax bi tax, kuçe bi kuçe û mal bi mal Reqqayê azad bikin. Xeyranî, balê kişand ser jinên dîl hatine girtin û wiha got: "Jinên êzidî li bazarên koleyan ên Reqqayê hatin firotin. Ev pêvajoya tarî li kuçeyên vî bajarî dest pê kir. Em wek berê ne bê îrade ne. Hêzeke me ya wek YBŞ'ê heye. Dê her kes li Reqqayê bibîne ku em ne êzidiyê berê ne."
FERMANA 73'YEMÎN LI REQQAYÊ HAT PLANKIRIN
Şervan Çekdar Dûhola jî dest nîşan kir ku peywira ciwanên êzidî ye ku li Reqqayê şer bikin. Dûhola, anî ziman ku li dijî DAIŞ'ê ew ê tim bi berpirisiyariya şer tevbigerin û wiha domand: "Li Reqqayê plana fermana 73'yemîn hat çêkirin. Der barê Şengal û êzidiyan de çi hebe, li Reqqayê hat xwestin ku hemû bên tunekirin. Em li bajêr operasyonên taybet li dar dixin. Em vê yekê bi taybetî jî ji bo jinên êzidî yên dîl hatine girtin dikin. Em niha li eniya rojava ya Reqqayê ne."
HERÎ ZÊDE MAFÊ CIWANÊN ÊZIDÎ YE KU LI REQQAYÊ ŞER BIKIN
Şervanê êzidî yê bi navê Ferzad Sozdar jî diyar kir ku wan ji Şengalê berê xwe daye Reqqayê û ew ji bo tolhildana fermana 73'yemîn hatine. Sozdar, anî ziman ku ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzidî wan bi ruhekî fedaî di nav pêngavê de cihê xwe girtiye û beriya her kesî mafê ciwanên êzidiye ku li Reqqayê şer bikin. Sozdar, anî ziman ku wan êrîşên li wan hatine kirin ji bîr nekiriye û wiha axivî: "Li ser vî esasê me berê xwe da Reqqayê. Li kuderê şerekî li dijî DAIŞ'ê hebe em ê hewl bidin ku berê xwe bidin wir. Bila her kes bizanibe ku êdî YBŞ jî li Reqqayê ye."
Nazim Daştan - dihaber