ÎZMÎR - Ji ber 7 çalakiyên ku beşdarî wan nebûye li girtiyê bi navê Arîf Pelît ku ji sedî 80 şîzofrenî ye, pişta wî şiqitiye û lingê wî yê rastê jî seqet e, cezayê dîsîplînê hat birîn û înfaza wî hat şewitandin.
Girtiyê 57 salî Arîf Pelît ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne, ji sedî 80 şîzorenî ye, pişta wî şiqitiye, nexeşê KOAH'ê ye û lingê wî yê rastê jî seqet e. Her çi qas li girtîgehê qet tev çalakiyan nebûbe, lê dîsa jî î wek ku bûbe hatiye nîşandan û înfaza wî hat şewitandin. Di mala Pelît de 18 jê vala, 19 heste hatibûn dîtin û bi îdiaya "Endamê DHKP-C'ê" ye ji Kanûna 2011'an ve di girtîgehê de ye û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ji 4'an 3 jê cezayê Pelît (5 sal û 7 meh û 15 roj) qediyaye û diviya bihatan berdan. Lê hêj jî nehatiye berdan. Sedema neberdana Pelît jî wekî ku li girtîgehê tev li çalakiyan bûye, tê nîşandan.
DADWERÊ CEZA LÊ BIRÎ, NIHA GIRTÎ YE
Parêzerê Pelît Dînçer Çalim bertek nîşanî biryara ceza da û da zanîn ku muwekîlê wî tê mexdûrkirin. Çalim dest nîşan kir ku Serokê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê Alî Sayin niha ji doza "Cemaeta Fethullah Gulen" girtî ye û wiha axivî: "Der barê hesteyên ku di mala Pelît de hatine dîtin de, rapora 'Hesteyên ku hatine dîtin, ne pêkan e bi maytapan re wekî bombe bê bikaranî' jî hatiye dayîn, lê gel vê yekê jî miwekîlê min di girtîgehê de ye. Serokê Dadgehê Alî Sayin 19 heste kir hincet û Pelît avêt girtîgehê. Lê daraza tirk biryara kesekî ji doza FETO'yê girtî erê kir."
Çalim anî ziman ku muwekîlê wî ji ber nexweşiya Psîkotîk û yên din, derman bi kar tîne û wiha got: "Piraniya dema xwe bi razanê derbas dike û nikare tevbigere. Arîf nikare di girtîgehê de bimîne. Tevlî çalakiya hevalên xwe yên odeyê nabe. Her çendî Arîf di van çalakiyan de cih negirtiye jî, rayedarên girtîgehê cezayê dîsîplînê li wî biriye û înfaza wî jî hatiye şewitandin."
Çalim destnîşan kir ku piştî lêpirsîna 8'emîn piştrast bûye ku Pelît tev li çalakiyan nebûye û wiha domand: "Mudurê Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê diyar kiriye ku 'Ji ber dermanê ku Arîf bi kar tîne, dibe tev li çalakiyên mijara gotinê nebûbe.' Yanî piştî înfaza wî şewitandin, pişt re diyar bû ku tev li çalakiyan nebûye. Serlêdanên me jî bi zanebûnî qebûl nekirin."
Çalim derbirî ku Mudurê 1'emîn ê Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Haydar Alî Ak, li dijî girtiyên siyasî bi bertek e, her dem înfaza girtiyan dişewitîne û ev tişt gotin: "Ev kes berê jî gelek caran bi îşkence û muameleyên xirab ketibû rojevê. Bi sedan girtî der der barê wî de giliyên xwe anîne ziman û serî li Wezareta Edaletê dane. Bi cezayê dîsîplînê dixwazin girtiyan teslîm bigirin."
Ruken Demir / Gokhan Oner - dihaber