KCD’ê Ferhenga Têgeh û Bêjeyên Tenduristiyê çap kir

AMED – Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê bi boneya qada tenduristiyê Ferhenga Têgehên Tenduristiyê derxist. Ferhenga ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin.

Li gel hemû êrîş û zextên li ser zimanê kurdî û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, xebatên di warê zimanê kurdî de tên birêvebirin. Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê ji bo pêşxistina têgeh û bêjeyên tenduristiyê yên bi kurdî Ferhenga Tenduristiyê ya bi kurdî û tirkî amade kir. Ferheng ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin û li refên pritûkfiroşan cihê xwe girt. Piştî Komcivînên Tenduristiyê yên sala 2010’an biryara çapkirina vê ferhengê hat dayîn û piştî xebateke dûr û dirêj hat çapkirin. Ferheng di şexsê Nûnerê SES’ê yê Cizîrê Azîz Yural ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da diyarî hemû kedkarên tenduristiyê yên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.

FERHENGA DU ZIMANÎ

Di ferhengê de jî dixuyê ku herî zêde gelê kurd di qada ziman de hatiye bişaftin û ev ferheng li dijî pişavtinê hat çapkirin. Di ferhengê de gelek têgeh, bêje û peyv ji bo qada tenduristiyê cih digirin. Ferheng hem kurdî-tirkî û hem jî tirkî-kurdî ye.

PERSPEKTÎFA ‘TENDURISTIYA XWEZAYÎ’

Ferheng bi perspektîfa “Tenduristiya xwezayî” hatiye hûnandin û ji bo têgehên tenduristiyê di nav civaka kurd de nayên zanîn dibe alîkar. Di pêşgotina ferhengê de wiha tê gotin: “Di xebatan de em qet neketin nav xetereya peydekirina peyv an jî têgehan. Xebatên me li ser esasa; lêkolîna peyv û têgehên ku di jiyana rojane de (her cûre xebatkarên tenduristiyê, beytar, lokman hekîm, cebar, kesên ku têkiliyan wan bi hemû giyawer û tenduristiyê re heye) tên bikaranîn bû. bikaranîna zaravayên heremî bi awayekî dewlemendiya ziman li ber çav hatiye girtin û di xebatê de pêk hatine. Lê di encamê de armanca ferhenga ji bo hemû nexşeya Kurdistanê de derxistina ferhenga tenduristiyê ya hevpar e.”

QADÊN TENDURISTIYÊ Û BIKARANÎNA ZIMAN

Pirsgirêkên têkildarî xizmetên tenduristiyê yên ku ji ber nebikaranîna zimanê dayikê dertên holê di ferhengê de wiha hatine birêzkirin: “Pêvajoya anamnezê, pêvajoya venêrîna fizîkî, karên nasanê, pêvajoya nasandanînê, pêvajoya hewldanên cerahî, tedawî (dermankirin), xizmetên tenduristiya giyanî/derunî/ruhî, xizmetên parastinê, xizmetên tenduristiya lezgînî, jin û welidandin û tenduristiya zayendî, nexweşîna avêtiyên şilemenî/avîtî-urolojî, tiba edlî, bijîşkiya girtîgehê, xetmaya ronhnayîkirî, xizmetên şêwirmendiyê û agahdarkirinê, perwerhdeiya tenduristiyê, tenduristî û têkiliya navbera xweza û mirovan, parastina xwezayê, pêşîlêgirtina xwe parastina ji nexweşiyan û hijyenê...”

Di ferhengê de banga dewlemendiya zimanê kurdî ya li qada tenduristiyê li xebatkaran û saziyan tê kirin û tê daxwazkirin ku hemû kes tevlî xebatên wan bibin.