Rojnameger 9 meh şûnde derdikevin pêşberî dadger


STENBOL
- Doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girtî 17 kes tên darizandin, sibê dest pê dike. Parêzerê rojnameyê Abbas Yalçin aşkera kir ku di dosyayê de delîlek huqûqî tune ye.

Di operasyona li dijî Rojnameya Cumhuriyetê de 17 kes ku nivîskar, nûçegihan, parêzer û rêveber jî di nav de tên darizandin. Ji van kesan 11 jê bi awayekî girtî û 6 jê jî bi awayekî negirtî tên darizandin. Sibê li Edliyeya Çaglayanê ya li Stenbolê danişîna yekemîn a dozê dest pê dike. Danişîna dozê dê li 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Rojnameger ji doza "PKK/KCK, FETO/PDY û DHKP/C'ê" tên darizandin.

Parêzer Abbas Yalçin da zanîn ku rewşa heyî derî huqûqê ye û wiha got: "Destpêkê negotin ku ka ji ber çi hatine girtin. Bi hinceta agahî kêm in, dosya nîşanî me nedan. Em 5 mehan li bendê bûn ku îdianame bê amadekirin. Destpêkê bi tiştekî din hatin tawanbarkirin. Dema îdianame hat amadekirin bi sûcekî din re rû bi rû man. Me îdianame ji çapemeniyê bihîst. Dosya ji 30 klasorî û bi hezaran belgeyan pêk tê. Muwekîlê me di warê xwegihandina vê yekê de zehmetiyan dikişînin."

Yaşlin da zanîn ku ew 9 mehan li bendê bûn ku rojnameger derkevin pêşberî dadger û ev tişt gotin: "Tu aliyeke hiqûqî yê vê dosyayê tune ye." Yalçin dest nîşan kir ku tê îdiakirin ku destpêkê FETO rojnameyê bi dest dixe û paşê jî hem alîkariya DHKP-C û hem jî ya PKK'ê dike û wekî ku wan operasoneke bîrbirî pêk anîbe û ev bi rêya weşanê xistibin dewrê.

ÇAPEMENIYA MUXALÎF BÊ DENG DIKIN

Yalçin aşkera kir ku dixwazin peyameke "Heke hûn weşaneke muxalîf bin û weşaneke wisa bikin, hûn nivîskar, nûçegihan an jî xwediyê rojnameyê bin jî, hûn ê hemû bên girtin û dengê we bê birin" bidin rojnamegeran û wiha domand: "Dibe operasyoneke li dijî Cumhuriyetê be, lê di bingeha xwe de operasyonek li dijî hemû aliyên muxalîf e."

KESÊN TÊN DARIZANDIN

Di 21'ê Tîrmeha 2017'an de Rêveberiya Weşana Giştî Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadrî Gursel, Guray Oz, Hakan Kara, Turhan Gunay, Musa Kart, Onder Çelîk, Bulent Utku, Mustafa Kemal Gungor 266 roj, Ahmet Şik jî 205 roj e di girtîgehê de ye.

Kesên bi awayekî negirtî jî tên darizandin ev in: Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Orhan Erînç, nivîskarên Cumhuriyetê Aydin Engîn û Hîkmet Çetînkaya, xebatkara hesêbgêriya rojnameyê Gulselî Ozaltay, xebatkara rojameyê yê berê Bulent Yener, Rêveberê Weşana yê Berê Can Dundar jî wekî 'bersûcê fîrarî' di dosyayê de cih digire.

Yasin Kobulan - dihaber