COLEMÊRG – Hevjîna Necmettîn Fendîk ku li Geverê hat qetilkirin Kudret Fendîk behsa jiyana hevjînê xwe kir û wiha got: “Jiyana wî her tim bi êrîş, zilm, tunebûn û koçberiyê re rû bi rû ma. Hêj toza înşaetê ji destê xwe paqij nekiribû ew kuştin. Li ber çavê Efrîn qetil kirin”
Necmettîn Fendîk, di 17’ê Tîrmehê de li nav deriyê mala xwe ya li Taxa Gongur a Gevera Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Fendîk bavê 7 zarokan bû û di sala 1971’an de li gundê Oremar ê Geverê tê dinê. Jiyana Fendîk tim bi êrîş, zilm, zordestî, xizanî û koçberiyê re rû bi rû maye. Çîroka Fendîk ji gundê Oremara berxwedêr dest pê dike û jiyana wî jî wek berxwedana gundî wî tije ye. Fendîk di sala 1997’an de ji ber polîtîkaya êrîşkar a dewletê tevî hevjîna xwe Kudret Fendîk berê xwe dide Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û li vir jî bi pêkutiyên PDK û Sadam Huseyin re rû bi rû dimîne. Fendik li herema Duhokê ji ber zextan 3 kampan diguherîne û herî dawî rojî birçî li kampekê dimîne. Lê paşê Fendîk û hevjîna xwe di sala 1999'an de berê xwe didin Kampa Mexmûrê û li wir dijîn.
SERPÊHATIYEK BERXWEDÊR
Piştî ku Fendîk 3 salan li Mexmûrê dijî di sala 2002’an de li gel malbata xwe dizivire Geverê û li Taxa Gungorê bi cih dibe. Fendîk demekê bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Piştî di 13’ê Adara 2016’an de li Geverê qedexeya derketina derve tê îlankirin û şûn ve 4 caran polîs bi ser mala Fendîk de digirin. Di serdegirtina herî dawî de Fendîk ji aliyê polîsên tîmên taybet ve li ber çavê zarokên xwe hat gulebarankirin û piştî rojek şûn de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
‘WÎ QET BI PAŞ VE GAV NEAVÊT'
Hevjîna Fendîk, Kudret behsa serpêhatiya hevjînê xwe kir. Fendîk dest nîşan kir ku di dema qedexeya li Geverê de mala wan hatiye xerakirin û piştî mala xwe çêkirine bi 2 betaniyan li malê bi cih bûne û wiha got: “Hevjînê min zivistanê karê kaloriferiyê û havînê jî karê înşaetan dikir. Me wisa debara xwe dikir. Mirovek pir jîr bû, herkesî jê hez dikir. Ji zarokatiya xwe ve heta niha tim bi zordariya dewletê re rû bi rû maye. Lê wî tu demê gav paş ve neavêt. Ji ber wê her her tim bi zext û zorî bi ser de diçûn."
‘WÎ LI BER ÇAVÊ EFRÎN QETIL KIRIN’
Fendîk da zanîn ku hevjînê wê heyranê Şoreşa Rojava bû û navê zaroka xwe kiriye Efrîn û wiha domand: “Ji Efrîn pir hez dikir û li ber çavê Efrîn wî qetilkirin. Li hemû zarokan jî îşkence kirin. Ez hêvîdarim ên ku zarokê min sêwî hiştin dê ew jî êşa herî giran bikişînin.”
‘HÊJ TOZ ÎNŞAETÊ LI SER DESTÊ WÎ BÛ'
Fendîk anî ziman ku bi dehan maşîneyên zirxî û polîsan ji bo serdegirtina mala wan bi ser taxê de girtine û wiha got: “Jixwe di vê serdegirtina giran de jî diyar bûye ku amadekariyê kuştina hevalê min kirine. Her tim jiyana wî bi têkoşîna li dijî xizaniyê re derbas bû. Hevjînê min di saetên dereng de ji karê înşaetê hat û wî qetilkirin. Hêj toza înşaetê ji destê xwe paqij nekiribû wî qetil kirin. Di jiyana xwe de tu demê ji kesî re serî netewand. Bedena wî bê giyan danîn ber çavê me. Nehiştin ku em li ser cenazeyê xwe zêmaran jî bilewbînin.”
Fendîk diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de 40 hezar lîreyê wan jî desteser kiriye û wan û 9 malbatên li taxê ku her tim di hedefa êrîşan de ne serlêdana sûc kiriye.