Baydemîr: Erdogan ji bo parastina îktîdara xwe pêvajo xera kir

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku AKP berpirsê xerakirina pêvajoya çareseriyê ye û wiha got: "Erdogan ji bo parastina îktîdara xwe mase rakir. Erdogan hebûna îktîdara xwe di xerakirina pêvajoyê de dît."

Piştî protokola Dolmabahçe çavê her kesî li bendê bû êdî pêvajoya muzakereyan dest pê bike. Lê Erdogan piştî protokolê got ez masê nas nakim û maseya diyalogê ji holê hat rakirin. Piştî rê li çûn û hatina heyetan a Îmraliyê hat girtin, mase ji holê rabû. Îktîdara AKP'ê jî di 24'ê Tîrmehê de dest operasyona hewayî kirin û çiyayên Kurdistanê tev bombebaran kirin. AKP'ê piştî mase rakir û pêvajoya çareseriyê xera kir, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de starta şerê li dijî kurdan da destpêkirin. 2 salin şerê li dijî kurdan didome. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, li ser pêvajoya şer a 2 salan axivî.

‘PROJEYA HERÎ MEZIN A SIYASÎ BÛ'

Baydemîr, diyar kir ku projeya pêvajoya çareseriyê di dîroka komarê de projeya herî mezin a siyasî bû û wiha got: "Piştî Birêz Ocalan di Newroza 2013'an a Amedê de manifestoya Aştiyê aşkere kir heta nîsana 2015'an pêvajoya bêpevçûnê pêş ket. Di vê pêvajoyê de alî aşkere hevdîtin kirin û bi raya giştî re parve kirin. Agirbesta dualî pêş ket. Ya rast jî diyalog û muzakere bû. Lê hikûmetê aşkere got tu pirsgirêk tune û ji bo çareseriyê gava bê avêtin jî tune ye. Hikûmetê aşkere got bila her kes çekan dîne û biçe mala xwe. Lê li hemberî vê yekê çiqas mafê kurdan bê dayîn tiştek li holê tune bû.
Eniya kurd jî got 'Kurt 80 salin ji ber wekî gel heye mafê wî yê neteweyî jî heye û mafê xwe yê neteweyî dixwaze. Xwest mafê xwe yê neteweyî bi zagonan mîsoger bike. Dema AKP hat îktîdarê soz da gel ku demokrasiyê xurt bike û makeqanûna nû ku hemû gel mafê xwe têde bîne ava bike. Lê ev soza xwe pêk neanî. Pirsgrêka kurd her dem taloq kir."

Baydemîr anî ziman ku di vê pêvajoyê de Heyeta Mirovên Aqil hat avakirin û anketên li ser pêvajoyê hatin amadekirin. Baydemîr, da zanîn ku di anketan de ji sedî 80'ê civakê piştgirî da pêvajoyê û xwest pirsgirêk bi riya diyalogê çareser bibe û wiha got: "Lê di vê pêvajoyê de her çend diyalog hebû jî dîsa qereqol û kalekol hatin avakirin. Zêdeyî 200 kalekol, qereqol hatin avakirin. 12 bendav hatin avakirin. Lê ji bo çareseriya pirsgirêkê tu gavên şênber nehat avêtin. Tu girtiyên nexweş nehatin berdan. Di vê pêvajoyê de 78 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku di hiş û aqilê hikûmetê de tu proje û fikra çareseriya pirsgirêka kurd tune bû. Awiqandin û taloqkirin hebû. Tenê bêçekbûn û rawestandinaşer wekî çareseriyê didît. Dixwest bêşert û merc çekan berdin."


ERDOGAN RÊBEREKÎ PRAGMATÎK E

Baydemîr, anî ziman ku Erdogan rêberekî pragmatik e û wiha got: "Hemû cemawerî vê yekê dibêje. Her gava davêje ji bo dengan bi dest bixe davêje. Li gel ku ji sedî 80'yê civakê pêvajoya çareseriyê qebûl kir jî dîsa di hilbijartinê de dengê Erdogan zêde nebû. Pêvajoya çareseriyê dijberî Erdogan dengê HDP’ê zêde kir. Erdogan endama 7'ê Hezîranê ji bo xwe talûke dît. Ji ber ku vê carê HDP bi nasnameya xwe ya fermi ket hilbijartinê û bendav derbas kir. Erdogan ji ber vê yekê îktîdara xwe di talûkeyê de dît û rê li pêş pêvajoya çareseriye girt. Piştî encama hilbijartinê got "Ez mutabakata Dolmabahçe nas nakim" û mase rakir. Piştî vê daxuyaniya Erdogan di 5'ê Nîsanê de êdî rêya îmraliyê hat girtin û hevdîtina heyetê ya bi Ocalan re hat qutkirin. Piştî ku HDP bendav derbas kir, HDP û kurd ji bo Erdogan ji raqîb wêdetir bû wekî dijmin û Erdogan hiqûqa dijmin xist meriyetê.

Baydemîr, anî ziman ku îktidarê beriya hilbijartinê ji bo ku pêvajoyê xera bikin gelek lîstik amade kirin û leşker şandin Tendurekê û xwestin aloziyê derxin û wiha got: "Xwest HDP’ê di bin bendê de bihêle. Lê hemû hêzên kurd û HDP'ê li dijî hemû lîstikan xwînsar tev geriyan û hemû lîstîk û êrîş pûç kirin û di hilbijartinê de bi ser ket. Gelê kurd di mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê de jî nehat lîstikê. Li êrîşa lîncê ya Erziromê de jî nehat listikê. Di kuştina ajokar a Çewlîkê de jî nehat lîstikê. Di êrîşên avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edene de jî nehat lîstikê."

‘BÛYERA SERÊKANIYÊ KIR SEDEMA ŞER A DERÛNÎ'

Baydemîr, bal kişand ser bûyera Pirsûsê û kuştina 2 polîsên li Serekaniyê û wiha got: "Li gorî me komkujiya Pirsûsê û kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê berhema heman hişmendî û aqilî ye. Vê bûyerê bi zanebûn ronî nakin. Walî ewil got "Bûyerek edlî ye" piştî nîvro got "Bûyerek siyasî ye" Xwestin derûniya şer ava bikin. Di bûyera 15'ê Tîrmehê de jî dîsa berpirsiyarê darbeyê îktîdara AKP'ê ye. Tevî ku Birêz Ocalan hikûmet hişyar kir û xwest li dijî darbeyê hişyar tevbigere jî hişyariya Birêz Ocalan li ber çavan nehat girtin."


ÇARESERÎ DÎSA MASE YE

Baydemîr, anî ziman ku dawiya dawî dê hikûmet dîsa li masê vegere û wiha got: "Dawiya dawî çareserî dê dîsa li ser maseyê pêk bê. Li Sûriyê çend salin şer heye. Lê dawiyê ji bo çareseriya şerê Sûriyê li ser masê kom dibin. Wekî Sûriye li hemû welatan encama şer li ser maseyê çareser bûye. Pirsgirêka kurd jî dê li ser maseyê çareser bibe. Dema ku OHAL û KHK heme, dema rejîm faşîst li ser îktîdarê be pirsgirêk çareser nabe. Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî rejîma OHAL'ê bi dawî bibe, tecrîd bi dawî bibe û rê li pêş siyaseta demokratîk a legal bê vekirin.Ger ku rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin dê pirsgirêk li ser maseyê bê çareserkirin. Em wekî HDP'ê 2 sal û nîv ji bo çareseriay demokratîk û aştiyek bi rûmet tê dikoşin. Em tu carî serî natewînin.


Hayri Demîr - dihaber