Kurdên li Edinborgê Efrîn tenê nehiştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya Ciwanên Apocî û Rêxistinên PYD Û PJAK'ê de ji bo piştgiriya Efrînê li paytexta Îskoçyayê Lİ Edinborgê bi dirûşmeya "Efrîn ne bi tenê ye" çalakiyek hat lidarxistin.

Piştî dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî kantonên Rojava zêde kir û bi tabetî gundên Efrînê kir hedefa xwe, bertekên gelê kurd jî zêde dibin. Di pêşengiya Ciwanên Apocî û Rêxistinên PYD Û PJAK'ê de, duh êvarê li paytexta Îskoçyayê li bajarê Edinborgê bi beşdariya ciwanên kurd û dostên kurdan ji bo piştgiriya Kantona Efrînê çalakiyek girseyî pêk hat.

Çalakvanan bi nivîsên wekî "em piştevanên Efrînê ne" û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

Di çalakyê de peyamên Sendikaya Karkeran, Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê û ciwanên welatparêz bi gelek zimanan hatin xwendin. Di peyaman de dewleta tirk hat şermezarkirin û ji welatên Yekitiya Ewropa bi taybetî jî ji Îskoçyayê hat xwestin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan yên li dijî gelê kurd û rojavayê Kurdistanê pêk tên, bê deng nemînin.

Her wiha Parlamenterê Îskoçyayê yê tev li çalakiyê bû, Krîs Stîvin jî li ser navê Partiya Neteweyî ya Îskoçayayê nameyek bi fermî radestî deshilatdarên welatê xwe û Brîtanyayê kir.