STENBOL – Parazvanên mafên mirovan Îlknur Ustun û Nalan Erkem ên piştî hatin berdan dîsa der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn hatin girtin. Hêjmara parazvanên mafên mirovan ên hatin girtin derket 8'an.
Parazvanên mafên mirovan Îlknûr Ustun û Nalan Erkem ên li grava Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û berdan, piştre dîsa der barê wan de biryara girtinê hat dayîn. Piştî biryarê Ustun û Erkem hatin girtin. Dozger der barê Îlknur Ustun, Nalan Erkem, Nejat Taştan û Şeyhmus Ozbeklî de biryara girtinê dabû. Îlknur Ustün û Nalan Erkem, piştî derketin pêşberî 9'emîn Dadgeha Sulh Ceza hatin girtin.
BERÊ JÎ 6 PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN HATIN GIRTIN
Di 18'ê Tîrmehê de jî Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê der barê Dikertorên Rêxistina Efoya Navneteweyî yê Tirkiye Îdil Eser û Ozlem Dalkiran, Veli Acu, Gunal Kurşun, Ali Garavi û Peter Steudtner bi îdîaya "Alikarî dane rêxistinê" biryara girtinê dabû. Hêjmara parazvanên mafên mirovan ên hatin girtin gihişt 8'an.