BAB - Hat diyarkirin ku leşkerên Tirk û hêzên OSO ji başûrê bakur û rojava be ketine El Babê û li Rislên Gemin serweriya xwe avakirine.
Bajarê El Babê ku rojhilatê wê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Bab û Minbicê, bakur û başûrê wê ji aliyê hêzên herêmî yên ji rejîm û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk tên hatiye dorpêçkirin, leşkerên Tirk û komên OSO ji başûrê bakur û rojava ve ketin bajar.
Komên OSO ku ev bi hefteyane li dijî endamên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li El Babê şer didin meşandin li taxên derve yên El Babê dest bi şerê kolanan kirin. Komên OSO û leşkerên Tirk ê ku ketina El Baba tê mereqkirin dê kî bigire li rislên genim ên li başûrê bakurin serweriya xwe avakirin.
Li aliyê din komên OSO û leşkerên Tirk ên li dijî DAIŞ a ku di şerê kolanan de xwedî tecrûbe ye windahiyan didin û hat diyarkirin bê navber ev kom cenazeyên xwe dikişînin gundê El Raî (Çobanbey) a li ser sînor. Mirî û birîndarên ku bi ambulans û balefiran ji El Raî tên girtin dibin nexweşxaneyên Dîlok û Kîlîsê.
Li aliyê din di sîteyên nûçeyan ên nêzî rejîmê de tê gotin piştî Helepê di hedefê de Bab heye û hêzên QSD'ê yên di operasyona Reqayê de hûr dibin diyar kirin ku ew dest ji El Babê bernadin.
HESABÊ RÛSYA Û DYE'YÊ
Hat îdîakirim ku hêzên QSD'ê yên li Kobanê, Tişrîn, Hesekê, Girê Spî, Minbicê bi DAIŞ'ê re ketin şerê kolanan û encam bidest xistin, ji bo komên OSO li El Babê DAIŞ'ê zeyîf bike dê di operayona El Babê de pêşî bide wan. Hat diyarkirin ku bi taybet hêzên rejîmê yên bi piştgiriya Rûsyayê li herêmê pêşde diçin, dê di operasyona El Babê de pirsgirêka rewabûnê dernekeve û dê encamê bigire. Ji ber vê sedemê hat îdîakirin ku rejîm û Rûsya planên li El Babê tunekirina komên OSO dikin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî (DYE) hewldide Tirkiyeyê bikişîne El Babê û îktîdarê bixe nava zehmetiyan.