Mamosteyê kursa Quranê tecawizê zarokê 9 salî kir

AGIRÎ - Mamosteyê kursa Quranê li Agiriyê tecawizê zarokê 9 salî kir.

Zarokê 9 salî U.P. yê li Kursa Quranê ya Zarokên Îmam Buharî ya Agirîyê dima, rastî îstîsmara mamoste Y.K. ê 17 salî hat. U.P. ku sêwî bû û li kursa quranê dixwend, rastî destdirêjiyê hat. U.P. diyar ku saleke bi Y.K. re li heman qursê dimîne û wiha got: “Y. K. Quran fêrî me dikir. Ez dibim odeya xwe û derî li ser me digirt. Fîlmên pevçûnan, temaşeyî me dikir. Li min dixwist. Ji bo kes nebîne, derî qûfil dikir û li min dixwist. Rûyê min qez dikir. Ez tazî dikirim û li min dixwist. Di Cejna Qurbanê ya par de Y.K. deriyê odeyê girt îstîsmar kir. Y.K gefa “Ji kesekê re nebêje” li min xar. Mirovan şopa diranan a li ser ruyên min pirsîn. Lê ji tirsa Y. K. min digot ‘ez li erdê ketim. Ji ber Cejna Qurbanê kurs vale bû, Y.K. dîsa îstîsmar kir."

Pişti bûyer derket holê Y.K. hat girtin. Piştî Y.K. hat girtin doz lê hat vekirin. Dozger, bi sucdariya “Îstîsmara zarokan, azadiya kesan asteng kirin û kes birindar kirin” heta 25 salan ceza dixwaze. Rûniştina dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bêdîtin. Têkildarî rayedarên leyliyê bi hinceta “Sûc ne ragihandine” lêpirsîn hat vekirin.