4 cerdevanên bertek nîşanî kuştina Fendik dan çekan berdan

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê 4 cerdevanên bertek nîşanî kuştina Necmettin Fendik dan dest ji çekan berdan û îstîfa kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 cerdevanên bertek nîşanî kuştina Necmettîn Fendîk ê li taxa Gungorê ji aliyê polisan ve di serdegirtina malê de hat kuştin dan, çek berdan û îstîefa kirin. Li herêma Oremar a Geverê 4 cerdevanan ji bo kuştina Fendik şermezar bike dest ji çekan berdan. Cerdevan L.S., N.Ş., A.A. û yê navê wî nehat zanîn çûn Qereqola Sînor a Oremarê û çek berdan. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku dê gelek cerdevanên din jî îstîfa bikin.

HÊJ LÊPIRSÎN NEHATIYE DESTPÊKIRIN

6 roj di ser kuştina Fendîk re derbas bû, lê heta niha der barê mijarêde Midûriyeta Polîsan a Geverê tu lêkolîn û lêpirsîn nedaye destpêkirin. Qeymeqam û walî ji heta niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.