HATAY – Nûçegihanên me dîhaber'ê Erdogan Alayumat û Nurî Akman, 11 rojin ji ber karê rojnamegertiyê li Hatayê dibin çavan dene.
Nûçegîhanên me dîhaber'ê Erdogan Alayumat û Nurî Akman, di 13’ê Tîrmehê de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê bi hincema “Bi guman in” ji ser xebatên rojnamegertiyê hatin binçavkirin, 11 rojin dibin çavan de tên ragirtin. Akman û Alayumat piştî li Îslahiyê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Hatayê, bi hinca meteryalên rojnamegeriyê yên kamera û wenekêşan dê bên “Lêkolîn kirin” 11 rojin di hucreye de tên ragirtin. Alayumat bi rêya xizim û malbata xwe ragihandibû ku di wênekêş û kamerayan wan de ji bilî dîmen û wêneyên nûçeyên çêkirî, tiştek din tuneye, lê li Midûryetê wêneyên ku wî eleqedar nakin nîşanî wî dane û li bendêne wenekêşên wan bê lêkolîn kirin.
Parêzerê nûçegirhamên me Suphî Zarîf jî diyar kir ku hîna îfadeya rojnamegeran nehatiye girtin, lê tê payîn ku roja duşmê, yan jî sêşemê sewqî dadgehê bên kirin.