‘29’an paşve bijmêrin hûn mehekê li vir in’

MÊRDÎN - Ji 29 kesên ku 29 rojan bi hinceta tekîldarî kuştina Qeymeqam û Qeyûm Muhammet Fatih Safîturk hatin binçavkirin û 29 roj şûnde hatin berdan Endamê Meclîsa DBP'ê Mustafa Kutlar diyar kir ku roja yekem hatin binçavkirin polîsan ji wan re got “29’an paşve bijmêrin hûn mehekê li vir in” Kutlar, anî ziman ku ew ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatin binçavkirin.

Piştî Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Fatih Safıturk li Warê xwe hat kuştin, 72 kes bi hinceta têkiliya wan bi kuştinê re heye hatin binçavkirin. Piştî 29 rojan ji 72 kesan 29 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan. Ji kesên serbest hat berdan xebatkare Şaredariya Dêrikê û Endamê Meclîsa Partiya DBP’ê Mustafa Kutlar, diyar kir ku her dem rastî îşkenceya derûnî hatin û pirsê tu eleqeya wan bi kuştina qeyûmê tune ji wan hat pirsîn. Kutlar, anî ziman ku bi temamî ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatin darizandin.

‘WE MIROVÊ HER ROJ JI WERE DIIGOT ROJ BAŞ FIRAND HEWA’

Endamê Meclîsa DBP’ê û xebatkarê şaredariyê Mustafa Kutlar, diyar kir ku roja ewil hatin binçavkirin polîsan ji wan re got “Hêjmara 29’an paşve bijmêrin. Hûn mehekê li vir in.” Kutlar, da zanîn ku wekî sûcdarê potansiyel hatin darizandin û wiha got: “Dema em birin nexweşxaneyê serê me daxist jêr û neheqî li me kirin. Li gel tu eleqeya me bi kuştinê tune bû jî em 29 rojan di bin çavan de man. Ji mere di gotin ‘Mirovê her roj ji were digot ‘Roj baş’ we ew kuşt û wekî sucdaran nêzî me dibûn.”

EM 14 KES DI 12 METREKARE DE MAN

Kutlar, anî ziman ku ew 14 kes 29 rojan di hucreya 12 metrekare de man. Bi rojan bê xew man. Kutlar, da zanîn ku dozgeriyê ji bilî kuştinê paşeroja wan ji wan pirsî û wiha got: “Têkildarî teqînê got ‘hûn di dema teqînê de li ku bûn’ Em ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatin binçavkirin. Ji me xwestin ku em ji zagona poşmaniyê sûdê bigirin û me berdin. Pirsên ‘Hûn poşman in?’ j ime pirsîn. Min got 46 salî me û heta niha tiştekî ku ez poşman bibim min nekiriye. Hem eleqeya min bi bûyerê tune û hem jî tiştekî poşmam bibim tune ye.”

JI BO WE MUAMELEYA BAŞ TUNE

Xebatkara Şaredariya Dêrikê Rojin Aydin jî anî ziman ku li gel destê wê şikestibû polîsan tundiya fîzîkî li ser wê meşand û ji wan re got ‘Ji were li vir rehetî tune’.

Aydin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn û 20 rojan bi tena serê xwe li yek odeyê hat girtin û wiha got: “Gotina herî xweş bi navê me bang li me kirin bû. Her dem bi gotinên qirêj û heqaret bang li me kirin. Ji ber xwarin xerab bû ez jahrînî bûm. Di roviyê min de nexweşî derket. Di roja 4’an de ez rakirim nexweşxaneyê. Piştre ez ji vir birim Midûriyeta polîsan a Qoserê. Li vir jî heman zextên li ser min berdewam kir. Di bin çavan de min li dijî hişmendiya hovane di ber xwe da. Lê hişmendiya wan têk çû. Min li hemberî hemû zextên derûnî û fîzîkî di ber xwe da. Di 3 rojên dawî de dîsa ez anîm Mêrdînê.Ez li vir ji ser xwe çûm û serê min li erdê ket. Ji ber ez bê sûc bûm ez serbest hatim berdan.”

BI BAHANEYA OHAL'Ê 30 ROJAN DI BIN ÇAVAN DE MAN

Ji xebatkarê şaredariyê Kerem Koyuncu yê serbest hat berdan jî diyar kir ku binçavkirina wan siyasî bû û wiha got: “Piştî OHAL’ê binçavkirin derxistin 30 rojan. Bi hinceta OHAL’ê ez mehekê di bin çavan de hiştin. OHAL kır sedema binçavkirina me ya mehekê. OHAL’ê got 30 rojan em mehekê di bin çavan de hiştin.

29 ROJ BÛ MEHEK

Koyuncu , anî ziman ku odeya binçavkirinê pir sar bû û kengî kêfa polîsan dixwest patine ji wan digirtin. Koyuncu, bilêv kir ku li odeya 2 kesan 12 kes diman û wiha got: “Tenê 2 ranze hebûn. Em 10 kes li ser hev radizan. Rojekê destûr nedan ku em biçin lavaboyê. 13 rojan, tenê rojê nîv nan da me. Neheqî û lêdan ji ser me kêm nebû. 29 rojan çi ji destê wan hat kirin. 29 roj bûn wekî salekê.”