OSMANIYE - Di serdagirtina li Osmaniyeyê de hemû ferdên malbata Kaya hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ferdê malbatê yê 70 salî Necîp Kaya nexweşê pençeşêra qirikê ye.
Hat gotin polîsan di saetên serê sibehê de li taxa Yunus Emre ya Osmaniyeyê bi ser mala kalepîrê 70 salî Necîp Kaya de girtiye û hemû ferdên malê binçav kirine. Di serdagirtinê de mal hat serobinkirin. Piştî lêgerînê Necîp Kaya, zarokên wî Garîp Kaya (18) û M.K. (16) jî hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat hînbûn, hemû birin Miduryeta Polîsan a Osmaniyeyê.