ENQERE - Girseya ku ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Enqereyê li hev civiyan, polîsan êrîşê wan kir. Gelek kes hatin binçavkirin.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tên girtin, 137 roj in di grev birçîbûnê de ne. Gelek kes ji bo piştgiriyê bidin wan, li Enqereyê li hev kom bûn, polîs bi dijwarî êrîşê wan kir. Girseya ku li ser banga 43 sazî, partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên tenduristiyê li hev kom bûn, di bin sîwana Platforma Piştgiriya ji bo Nuriye û Semîh de, li ber Şaredariya Çaglayanê li hev civiyan, polîsan êrîşê wan kir. Di dema êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin, hat aşkerakirin ku milê çalakvanekî şikestiye.
Berdewama nûçeyê tê...