MÊRDÎN- Li ser rêya Cizîr û Nisêbînê tankera petrolê û otobusa rewiyan li hev qelibîn. Di qezayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Cizîrê û Nisêbînê Tankere plakaya wê 01 BAR 36 a petrola xam barkirî û otobusa rêwiyan a plakaye wê 34 YA 2646 li hev qelibîn. Di qezayê de agir bi tankerê ket. Ekîba agirkuj hatin cihê qezayê û agir vemirandin. Di qezayê de Ajokarê tankêrê Mehmet Nurî Çîçek şewitî û jiyana xwe ji dest da. Du kêsên di otobusa rêwiyan de jî birîndar bûn. Cenazayê Çiçek ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Birîndarên navên wan nehat zanîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştî qezayê rêya ku demekê li trafîkê hat girtin dîsa hat vekirin.