WAN - Qeyûma Şaredariya Payizava tabelaya "Hûn bi xêr hatine" a ku şaredariya DBP’ê li ketina navçeyê bi 3 zimanan nivîsandibû rakir.
Şaredariya Payizava dema di destê Hevşaredarên DBP'ê de bû, li ketina navçeya Payizava tabelaya bi 3 zimanan "Hûn bi xêr hatine" nivîsandibû. Piştî Qeymeqam Osman Dogramaci wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, tabelaya bi 3 zimanan rakir. Qeyûm tabelaya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî ya "Hûn bi xêr hatin, Hoş geldiniz Welcome” rakir. Li şûna wê tabelaya tenê bi tirkî û ala tirk daliqandin. Qeyûm li ser tabelayê “Şehr-i Ab Gurpınar Hoş geldiniz” nivîsand.