Kesê li Amedê hatibûn binçavkirin 3 ji wan serbest hatin berdan

AMED - Di operasyona li dijî bijîşkan de gelek kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li miduryetê 3 kes serbest hatin berdan.

Di 19'ê Tîrmehê de li Amedê operasyonek li dijî bijîşkan hatibû destpêkirin, 3 kes serbest hatin berdan. Xebatkarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Firat Tursun, Serokê Odeya Tabîban ê berê yê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Şemsettîn Koç û Necdet Îpekyuz, Seroka Şaxa SES'a Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik, Seroka Şaxa SES'a Amedê ya berê û Endamê Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîz, Endama Komîstoya Tenduristiyê ya KCD'ê Zohre Taş, Erdal Balsak, Prof. Dr. Îrfan Açikgoz, Dr. Osman Dogan, Endama Lijeneya Rêveberiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Ebru Yîgît û mamosteyê bi navê Sadrettîn Kaya hatibûn binçavkirin.

Ji kesên hatibûn binçavkirin, Dr. Şemsettîn Koç, mamosteya teqewîtbûyî Zohre Taş endama Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîz di 21'ê Tîrmehê de bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.

Îro Erdal Barsak, Sadrettîn Kaya û Necdet Îpekyuz piştî îfadeyên wan li miduryetê bi dawî bûn, serbest hatin berdn.

Her wiha Mizrakli, Alokmen, Dogan, Yîgît, Açikgoz û Tursun piştî îfadeyên wan li bendê ye wan sewqî dadgehê bikin.