Wekî ku mîhrîcan heyî bila gel bê Dersimê

DERSIM - Serokê Şaredariya Pulurê Fatîh Maçoglu bertek nîşanî qedexekirina Rojên Hunerê yên Pulurê da û aşkera kir ku ew dê qadên alternatîf saz bikin, wekî ku mîhrîcan heye, bila her kes berê xwe bide Dersimê.

Şaredariya Pulurê ya Dersimê dixwest di navbera 24 û 30'yê Tîrmehê de li navçeya Pulura Dersimê "1'emîn Rojên Hunerê yên Pulurê ya Navneteweyî" li dar bixe, lê Qaymeqaymê Navçeyê bi hinceta "Ewlehiyê" mîhrîcan qedexe kir. Serokê Şaredariya Pulurê Fatîh Maçoglu bertek nîşanî biryarê da.

Maçoglu biryara qaymeqam nirxand, aşkera kir ku ji muzê heta ekolojiyê, ji feslefeyê heta hunerên xweşik, ji şanoyê heta sînemayê, ji atolyeyên jinan heta yên zarokan û hemû xebatên wan hatine qedexekirin.

'WEKÎ KU MÎHRÎCAN HEYE BILA HER KES BÊ'

Maçoglu destnîşan kir ku bernameya ku hatiye amadekirin, qaymeqam qebûl nekiriye, bername daxistine rojekê û dê di qadeke girtî de bê lidarxistin. Maçoglu da zanîn ku mîhrîcana ku dê wekî şahiyeke girseyî bihata lidarxistin, di cihekê girtî de li darxistina wê tiştekî bê qebûlkirin nîne, tiştê spartine wan li dijî rûhê hunerê ye.

Maçoglu anî ziman ku bi hincetên wekî "ewlehî" qedexekirina xebatên çand û hunerî ne rast û wiha axivî: "Em ê qadên alternatîf saz bikin. Bila rewşenbîr, hunermend, hevrê û welatparêzên me wekî ku li Dersimê mîhrîcan heye, bila berê xwe bidin Pulurê."