Piştgiriya ji bo deklarasyona HDP'ê zêde dibe

STENBOL - Endamê Meclisên Ciwanan ên HDK'ê Can Papîla aşkera kir ku navnîşana têkoşîna demokratîk kuçe ne. Berdevka SKM'e Fadîme Çelebî jî da zanîn ku divê têkoşîna herî mezin li kuçeyan bê dayîn, Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Uzun jî piştrast kir ku deklarasyon her kesî hembêz dike.

Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) bi sernavê "Deklarasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk tê aşkera kir, ji hemû beşên civakê piştgirî dibîne. Kesên piştgirî dan deklarasyonê dan zanîn ku bi salan e yên herî zêde zextan dibînin jin û ciwan in û yên herî zêde li kuçeyan têkoşînê didin jî ew in û piştgiriyê didin deklarasyonê.

Endamê Meclisên Ciwanan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Can Papîla, destnîşan kir ku bi Komkujiya Pirsûsê re xwestin hemû dengên muxalîf qiut bikin û wiha axivî: "Desthilatdariya siyasî ji akademiyan bigire hemû beşên civakê bi rêya KHK'ê bêdeng fike. Navê vê faşîzim e." Papîla bal kişand ser deklarasyona HDP'ê jî û wiha pê de çû: "Di deklarasyonê de hemû beşên civakê cih digirin û divê têkoşînek hevpar a çawa bê dayîn, banga wê tê kirin." Papîla diyar kir ku divê çi ji destê ciwanan tê bila bikin û got ku "Divê ciwan îro û paşeroja xwe rizgar bikin."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN'

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî jî anî ziman ku di 15 salên desthilatdariya AKP'ê de, hemû beşên civakê rastî êrîşan hatiye, yên herî zêde bûne hedefa hikumetê, jin bûn. Çelebî da zanîn ku divê jin di bin navê "Destkeftiyên jinan nikarin bên xespkirin" de bên gel hev û wiha axivî: "Hêza herî zindî ya li welat îro jin in. Bi jinê re hemû hêzên civakê di tevgerê de ne. Rixmî hemû êrîşên di dema OHAL'ê de, jin derktin kuçeyan. Dîsa îro şûn de derketina HDP'ê ya kuçeyan gelekî bi nirx e û em wekî jin em ê destegê bidin."

‘DÊ BI MILYONAN PIŞTGIRIYÊ BIDIN’

Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sîbel Uzun jî piştrast kir ku deklarasyon li dijî rejîma KHK'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Deklerasyon her kesî hembêz dike. Bersivê dide banga bi milyonan. Heke bersiva xwe di çalakiyan de bibîne, dê mezin bibe. Divê em têkoşînê tenê li kuçeyan re sînor nekin, divê hêj berfirehtir bibe."