REQA- QSD’ê piştî operasyên 47 rojan a Reqayê daxuyanî da. Berdevka Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihande ku 8 tax û sedî 45’ê bajêr di kontrola hêzên wan de ye. Ehmed got ku ji bo xelaskirina sivîlan tişta ji destên wan tê dikin.
Heza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku bi navê “Çenga Mezin” dest bi azadkirina Reqayê kir, çara yekem têkildarî operasyonên li bajêr û eniya rovaja de daxuyanî da.
Daxuyanî li ser avahiya 4 kat a Taxa Sebehiyê, di roja 47'an a operasyona rizgar de hat dayîn. Berdevka Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedû, fermandarên hemleyê bi rêve bin başdarî daxuyaniyê bûn. Ehmed diyar kir ku bi awayekê serkeftî operasyonên wan dewam dike. Ehmed anî ziman ku 8 tax hatine azadkirin û ji sedî 45’ê bajêr dibin kontrola hêzên wan de ye.
SEDÎ 45’Ê BAJÊR KONTROLÊ DIKIN
Ehmed destnîşa kir ku di çarçoveya “Çenga Mezin” de operasyonên wan bi serkeftî bi pêş de diçin û wiha axivî: “Hêzên me 8 tax azad kirin. Bajarê Reqayê ji sedî 45 di kontrola hêzên me de ye. Li 6 taxan jî şerê dijwar berdem dike. Hindik ma 2 taxên din bên rizgarkirin. Dê hezên me van her du taxan jî rizgar bikin û rêya xwe bidomînin.”
BAJAR JI ÇAR HÊLAN VE DORPÊÇ KIRIN
Ehemed aşkera kir ku 20 roj e bajarê Reqayê ji eniyên Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ve hatiye dorpêçkirin, operasyon dewam dike û wiha axivî: "Me ji 4 aliyan ve Reqa dorpêç kiriye. Em ji her alî de operasyona paqijkirinê berdewam dikin. Hêzên me bi hesasyeteke mezin mayînên ku çeteyan bi cih kirine, paqij dikin û rêya xwe dewam dikin. Heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Armamca me ya sereke ev e. Ji bo rizgarkirina sivîlan, çi ji destê me tê em dikin."
AZADIYA REQAYÊ NÊZ E
Ehmed destnîşan kir ku korîdorên ewle yên hatine vekirin, sivîl tên tahliyekirin, dê di demeke nêz de Reqa bi tevahî bê azadkirin û teslîmê gelan bê kirin. Ehmed piştrast kir ku hêzên wan bi ruhekê fedayî bi ser çeteyan de diçin û hat aşkerakirin ku 2 şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) birîndar bûne. Ehmed anî ziman ku her du jinên şervan ên êzidî, ji bo jinên êzidî yên di bajêr de di destê çeteyan de rizgar bikin, bi qehremanî li ber xwe dane û ji bo wan jinan rizgar bikin, birîndar bûne.