Heta pirsgirêka kurd neyê çaresekirin...

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan di daxuyaniyên ku hatin kirin de bal kişandin li ser binpêkirinên mafan û piyama "Heta ku pirsgirêka kurd bi diyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin li Tirkiyeyê pirsgirêkên mafên mirovan û demokrasiyê çareser nebe" hate dayîn.

STENBOL

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê li Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê starta çalakiyan bi daxuyaniyê dan. Di daxuyaniyê de dowîz hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Derya Gazîoglu daxuyanî xwend û 68'emîn salvegera qebûlkirina Danezana Mafên Mirovan 10'ê Kanûnû bi bir xist. Gazîoglu anî ziman ku beriya hewldana darbeyê qedexeyên ku li bajarên kurdan hatin îlankirin di encama vê yekê de bajar û navçe hatin serobinokirin, bi sedan mirovên bêçek ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, li Cizîrê di 3 jêrzemînan de 147 kes li kolanan, malan bi tevahî nêzî 200 kes hatin kuştin.


Gazîoglu da zanîn ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê jî li gorî daneyên ÎHD'ê heta niha zêdetirî 90 hezar kes hatine binçavkirin, niha herî kêm 146 rojnamger girtîne, hezar û 61 pêş dibistan, dibistanên navîn û lîse, 15 zanîngehên taybet, 113 werageha xwendekaran û pansiyon hatine girtin Gazîoglu di berdewamê de anî ziman ku zêdetirî 600 weqf, 19 sendîka, 177 saziyên çapemeniyê hatin girtin, herî kêm jî 80 hezar pasaport hatine betalkirin, zêdetirî 100 hezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatine durxistin nêzî 80 hezar kedkarên cemaweriyê hatine îxraçkirin.

ÎZMÎR

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwez (OHP), TÎHV, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ÎHD li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Serokê TÎHV'ê yê Stenbolê Coşkun Ustercî axivî û got ku li Tirkiyeyê bi her awayî şîdet sîstematîk bûye û belav bûye hate bûye tiştekî ji rêzê ev pirsgirêka herî mezin e. Ustercî diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a mefên mirovan û demokrasiyê pirsgirêka kurd e heta ku pirsgirêka kurd biriyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan neyê çareserkirin.

Usterci da zanîn ku bi îlankirina OHAL'ê û derxistina KHK'an ve destekftiyên mafên mirovan bi dehan salan paşve çûye û ew ê li dijî OHAL û KHK'an bisekinin, girtina komela û saziyên çapemeniyê qebûl nekin, heta dawî têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan bidomînin.

AMED

ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê û Odeya Tabîban li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî li vir axivî û bi bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê beriya salekî hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Bîlîcî got ku di 2016'an de bi îlankirina OHAL'ê re binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor derûdorên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikin bi KHK'an ve tên hedefgirtin gelek beşên civakê bi binpêkirinên mafan ên giran ve rû bi rû mane. Bîlîcî got ku bi KHK'ên ku hatine derxistin ve jibilî pêkûtiyên li ser saziyên çapemeniyê, saziyên cemaweriyê di qada siyasî de jî pêkûtiyên ku ne li gorî demokrasiyê ne derketine holê, girtina parlamenterên HDP'ê, tayînkirina qeyûman li dijî Protokola Pêvek a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

DBP: TABLOYEKÎ TARÎ HEYE

Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 68'emîn salvegera Roja Mafên Mirovan de xwedîlêderketina mafên mirovan û ji bo vê yekê têkoşîn kirin peywirekî mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tabyola heyî ya li Tirkiyeyê tabloyekî tarî ye. Dİvê rejîma OHAL'ê bi dawî bibe. Di OHAL'ê de mafên mirovan tuneye. Ji bo mafên mirovan de mekanîzmaya xirakirinê ye. Divê muameleya xirab û di bin çavan de û girtîgehan ji holê bê rakirin. Parlamenter û hevşaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin divê bên berdan. Akademîsyen, zanyar, mamoste û memûrên kuj i peywir hatine girtin divê iyadeyî peywira xwe bênkirin, rojnameger û nivîskarên girtî bên berdan.

KCD: MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN


KCD'ê di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta rojê weşand de hat gotin ku di salên dawî de ji aliyê hikûmet û Erdogan vee bi şerê ku hatiye destpêkerin binpêkirin gelekî zêde bûye, di şer de serî li rêbazên nemirovî hat dayîn, feraseta faşîst li bajarên kurdan bi sedan mirov qetil kirin, bi hezaran welatî ji cih û warên xwe derxistin hê jî bi sedan kurd li konan têkoşîna jiyanê didin. KCD'ê daxuyand ku mafê jiyan û tenduristiyê yên bi sed hezaran mirovan hatiye binpêkirin û wiha hat gotin: "Ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê riya têkoşîna hevpar maye. Bi taybetî jî gelên Tirkiyeyê têkoşîna bi rûmet li cem gelê kurd cih girtin e. Bi têkoşîna hevpar em dikarin faşîzma AKP'î û Erdogan ji holê rakin. Ji bo têkoşînê dê bi biryarbûna me bidome."

DERSIM

Têkîldarî rojê Baroya Dersimê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Baroya DErsimê Bariş Yildirim li vir axivî û got ku ji paşerojê heta niha binpêkirinên mafan ên cidî tên jiyankirin. Yildirim destnîşan kir ku wekî ku li gelek deveran li Dersimê jî hevşareedar, endamên meclîsa şaredariyê gelek kes hatin girtin û wiha axivî: "Divê di hemû pêvajoyên edlî de di nava hiqûqê de bimîin. Li gorî mafê darizandina adil tevbigerin, darizandina bêyî girtî divê bê esasgirtin. Lİgel ku der barê wan de biryarekî hatiye erêkirin tuneye ji kar durxistina kesên hatine hilbijartin nehiqûqî ye."

MÊRSÎN

Li Mêrsînê bi munaseteba rojê li Ozgur Çocuk Parki daxuyanî hat dayîn. Serokê ÎHD'ê yê Mêrsînê Alî Tanriverdî li vir axivî û got ku di 2016'an de binpêkirinên mafên mirovan derketiye asta herî jor. Tanriverdî anî ziman ku ew di hefteya mafên mirovan de ji OHAL'ê re bibêjin na, li dijî îşkence, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtiyên nexweş, mafên jinan, mafên zerokan, qedexeyên derketina kolanan û mafên penaberan di rojevê de bigirin û ji bo vê yekê gelek bernameyan pêk bînin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn pirsgirê mafên mirovan e xeleka vî ya herî girîng jî pirsgirêka kurd e. Divê ev pirsgirêk bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin."

Tanriverdî anî ziman ku wekî li Tirkiyeyê binpêkirina mafan li Mêrsînê jî derketiye asta herî jor heta dawiya mijdarê 397 serlêdanên binpêkirinan li ÎHD'ê hatiye kirin û ev agahî da: "Têkîldarî îşkenceya di bin çavan de 174 kes, têkîldarî binpêkirinên li girtîgehan 85 kes, têkîldarî şîdet û îşkenceyê 79 kes, têkîldarî astengkirina îfadekirina raman 23 kes, têkîldarî binpêkirinên mafên civakî 12 kes, têkîldarî ji kar derxistinê 13 kes, têkîldarî girtina saziyan 11 kesan serî li komeleya wan dane. Saziyên ku ji bo daxwazên xwe bînin ziman dixwazin daxuyaniyê bidin, meş, civîn an jî xwepêşandanan li dar bixin bi hinceta OHAL'ê tên qedexekirin." Tanriverdî got ku heta ku welatekî maf û azadî heta dawî tê bikaranîn biafirînin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştre Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê Kenan Hazar axivî û diyar kir ku pêkûtiyên li ser KESK û kedkaran bi OHAL'ê re derketiya asta herî jor ên ku difikirin ku KESK dê bi qedexe û pêkûtiyan ve bi dawî bibin dê di sergoya dîrokê de tune bibin û ew ê li dijî pêkûtî û kedxwariyê heta dawî têbikoşin.

Daxuyanî bi di çepik û sloganan bi dawî bû.

EDENE

ÎHD'ê li Parka Înonu daxuyanî da. Berpirsyara Herêma Akdenîzê ya ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker axivî û diyar kir ku piştî îlankirina OHAL'ê binpêkirin zêde bûye û destkeftiyên mafên mirovan bi dehan sal paşve çûye. ŞEker got ku ew li dijî OHAL, şîdet û şer in û divê OHAL bê rakirin.


HATAY

Li navçeya Îskenderunê li Bîtpazari ya Kevn daxuyanî hat dayîn. Serokê ÎHD'ê yê Îskenderunê Selçuk Coşkun axivî û got ku li Tirkiyeyê tişta acil a bê kirin înşakirina aştiyê ye. Coşkun wiha axivî: "Dema ku aştî nebe mafê jiyanê nikare bê parastin, dema mafê jiyanê neyê parastin jî mirov nikare qala mafên din bike, şerta yekem a demokrasiyê azadiya îfadekirinê ye. Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê di bin pêkûtiya daraza rêveberiya otorîter de ye." Coşkun bilêv kir ku pirsgirêka kurd bi riya şer nayê çareserkirin û bang li hikûmetê kir ku xwedî li îradeya aştî û demokrasiyê ya di 7'ê hezîranê de derket holê û mutabaqata dolmabahçeyê derkeve.


ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî di çalakiya ku li ber avahiya Sumerbanka Kevn a Konakê ji aliyê ÎHD'ê ve ji bo lêgerîna aqûbeta windayat hat kirin de endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Denîz Bayark axivî û got ku Mujgan Ekîn a ku li Enqereyê hatiye binçavkirin 48 roj in agahî nayê girtin. Bayrak got ku ew aqûbeta windayan dipirsin lê bûyerên windakirinê çêdibe ji ber vê yekê bi fikar in. Bayrak diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê dîrokekî qirêj a windayan ve tijî ye. Bayrak bang li rayedaran kir û pirsa "Mugan Ekîn li kû ye" ji wan pirsî.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

RIHA

ÎHD'a Rihayê jî bi munasebeta hefteyê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat dayîn û dowîzên li dijî şer û OHAL'ê hatin hilgirtin. Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê Nahîde Polat metna çapemeniyê xwend û bal kişand binpêkirinên mafan ên ku di nava saleke de li Tirkiye û bajarên kurdan qewimîn.