Polîsan dîsa li Yukselê êrîş kirin û binçavkirin

ENQERE – Polîsan li kolana Yukselê êrişî çalakiya kedkaran kir û gelek kes binçavkirin.

Çalakiya kerdkaran ya ku Nûriye Gulmen û Semih Ozakça yên 137 rojin ji bo li karê xwe vegerin dest bi greva birçîbûnê kirine 257 roj berê li kolana Yukselê dabûn destpêkirin berdewam kir. Koma kedkaran a li kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin rastî mudaxaleya polîsan hatin Komê ku pankarta “Nuriye û Semih ji bo mafê xwe 137 rojin di grevê dene, bila Nuriye û Semih li karê xwe vegerin" vekirin. Dema komê xwest li kolana Konurê daxuyaniye bidin polîsan bi TOMA mudaxale kir û gelek kes binçavkirin. Rageşiya li kolanê didome.