MÊRSÎN - Rêvebera HDP'ê ya Mêrsînê Raziye Soner a ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat berdan, zext û tundiya li girtîgehê vegot. Soner, diyar kir ku leşker ji jinên girtî re dibêjin "Hûn terorîst in. Hûn îşkenceyê heq dikin. Divê hûn qebûl bikin." û zextan li girtiyan dikin.
Zextên li ser girtiyan di pêvajoya OHAL'ê de gelek zêde bû. Girtiyên ku bi riya malbata xwe re agahî didin diyar dikin ku hemû mafên wan ên siyasî, hiqûqî û civakî ji destê wan hatiye girtin. Rêvebera HDP'ê ya Mêrsînê Raziye Soner a ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê serbest hat berdan jî zext û tundiya li girtîgehê vegot. Soner ku di operasyona li dijî endam û rêvberên HDP'ê ya 24'ê Kanûna 2016'an de hat girtin, şandibûn girtîgeha Tarsûsê. Soner, 7 meh şûnde di 20'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat berdan. Soner anî ziman ku dema jin ji Girtîgeha tîpa C a Tarsûsê sewqî GirtîgehaTîpa T a Tarsûsê hatin kirin rastî îşkenceyê hat û îşkencya li wan hatiye kirin vegot.
Soner anî ziman ku piştî ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê û şûnde îşkenceyê dest pê kir û wiha got: "Îşkenceya li dijî girtiyên jin ên ciwan zêdetir bû. Jinên ciwan avêtin maşînê rîngê û ew şandin girtîgehê. Bi zorê xwestin pêlavên jinan derxin. Dema jinên ev yek îtîraz kirin rastî êrîşê hatin. Bi dehan polîs, leşker û gardiyanan êrîşî jinan kirin û li wan xist. Dengê jinên rastî îşkenceyê hatin ji derve dihat hundir. Li dijî vê yekê me li hundir li deriyan xist, lê tu fêde nekir."
LEŞKER JI GIRTIYAN RE DIBÊJE 'HÛN TERORÎST IN'
Soner, anî ziman ku leşkeran li derve jin darp kirin û bi erdê re kaş kirin û anîn kawîşan û wiha got:"Jinên ku sewq kirin anîn kawîşên me. Li derve li wan dan û ew kaş kirin heta odeyên me. Hemû bedena jinan reş û şîn kirin. Dest xistin qirika jinên ciwan û îşkence li wan kirin. Pir li girtiyan dabûn. Jinên rastî îşkenceyê hatin heta 15 rojan nehatin ser xwe. Jina ku zêde îşkence lê hat kirin, her dem xwîn ji devê wê dihat. Dîsa diranê hevalek jin şikandibûn. Leşker ji jinên girtî re dibêjin 'Hûn terorist in. Hûn dê vê yekê qebûl bikin' û gefan li jinan dixwin. Jin jî dibêjin 'Hûn me li vir bikijin jî em teslîm nabin.' Jin li dijî îşkenceya giran di ber xwe didin û dibêjin 'Hûn terorîst in. Hûn zarokan dikujin. Hûn teslîm bibin. Ji ber ku îro em li dijî vê zilmê ne em hatin girtin' û di ber xwe didin. "
AV WEKÎ HERIYÊ YE
Soner, ani ziman ku li aliyekî zext û tundiya fîzîki li ser girtiyan zêde ye û li aliyê din li girtîgeha nû mercên girtiyan pir xerab e û wiha got: "Li girtîeha nû ava kaniyan wekî heriyê diherike. Me ji nerçarî bi ava wekî heriyê îdare dikir. Me ji neçarî ava kaniyan vedixwar. Tama mazotê jê dihat. Dema me xwe pê dişuşt jî ax di navde bû. Ava wekî heriyê jî rojê saetekê berdidan û 3 saetan jî ji ser me qut dikirin. 4 roj şûnde me xwest avê bi pereyan ji kantînê bixwazin. Lê ev daxwaza me jî qebûl nekirin. Piştî 4 rojan tenê rojê bîdonek ava damacana dan me. Heta hefteyekî kantîn tune bû û me ji neçarî ava gemarî vexwar.
YÊN HATIN ZIYARETÊ JÎ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HATIN
Soner, anî ziman ku tenê bi riya ziyaretvanên wan agahiya wan ji derve çê dibû û wiha got: "Di cejna rezemanê de xizmên me yên hatin ziyareta me rastî lêgerîna tazî hatin. Di ziyareta cejna remezanê de hem ez û hem jî zarokên min rastî îşkenceyê hatin. Gardiyanan pir xerab. li me xist. Di ziyarete de me destê xwe dirêjî ziyaretvanan kir. Gardiyanan bi milê me girt û got rûnên. Dema ez nû anîn girtîgehê jî milê min û serê min li deriyê kawîşê xistibûn. Ji ber vê yekê ser û ruyê min reş û şûn bû. Kurê min got 'Ruyê te mor bûye. Li te tane? Kurê min Cengiz, ji gardiyanan re got 'Hûn diza li girtiyan îşkence û zilmê dikin. Ev nayê qebûl kirin û bertek nîşan dan. Li ser vê yekê palîs hatin û gulm li Cengiz xistin. Piştre pevçûn derket û her tişt tev li hev bû."
LI BER ÇAVÊ MIN ERÎŞÎ KURÊ MIN KIRIN
Soner, anî ziman ku di ziyaretê de polîs û gardiyanan li ber çavê wê êrîşî kurê wê kirin û li kurê wê dan û wihagot: "Dema min got 'Hûn çima li kurê min dixin' Kurê min ji salonê derxistibûn. Li pêş çavê min li kurê min dan. Wê demê hişê min ji serê min çû. Di ziyaretek din de min fam kir gardiyan û polisan kurê min dane ser hev û li wan dane. Gotina dawî em bêjin 'Berxedan Jiyane'.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê rastî zextên keyfî tên. Bi awayekî keyfî ziyaretên wan qut dike. Piştî bûyerê 6 mehan ziyaret li min qedexe kirin. Piştî bûyerê heta 25 rojan em nebirin revîrê. 25 şûnde em birin revîrê. Dema em birin revîrê ji birînên me rehet bûbûn. Piştî birînên me rehet bûn mufetîş anîn û gotin 'Ka birênkê wê û şopa lêdanê. Hûn rat nabêjin' Me got em rastî lêdanê hatine. Lê me nekarîbu îspat bikin.
Pişti ez li dadgehê hatim berdan jî dîsa kelepçe xistin destê min û ez ji dadgehê birim girtîgehê. Em bi rasalan in rastî zilma dewletê tên. lê de rojekê hesabê vê yekê bidin. Min di salên 1990’an de li dijî zilma dewletê çong ne tewandin. Ez niha jî serî û çang natewînim. Bi salan ez di MEYADER Û TUHAYDER de xebitîm. Ez niha jî rêvebera HDP’ê me. Ew çi bikin bila bikin em tu carî serî natewînin.
Em ji tiştekî natirsin.
Ergin Çaglar -dihaber