Girtiyê nexweş anîn sînorê mirinê û berdan

AMED – Girtiyê nexweşê losemiyê Nihat Baymiş piştî hat sînorê mirinê ew serbest berdan. Baymiş, ji ber ku êdî dema dermankirina wî derbas bûye nikare derman bibe û roj bi roj rewşa wî xerab dibe. Malbatê banga hestiyariyê kir û xwest yên xwîna wan lê tê alîkarî bidin wan.

Nîhat Baymiş, di sala 2011'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Hêjmar 4 a Tîpa T a Şakrana Îzmirê. Baymiş, li girtîgehê bi nexweşiya losemî (pençeşêra xwînê) ket, li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapora “Nikare li girtîgehê bimîne" Stend. Baymiş, piştî rapor girt, di 9'ê Hezîranê de hat berdan. Baymiş, 10 meh beriya ku cezayê wî biqede hat berdan. 6 salan di girtîgehê de tevî nexweş bû jî nehat derman kirin û piştî hat sînorê mirine hat berdan. Baymiş, ji ber ku de wexta xwe de nehat dermankirin hatiye sînorê asta jor a nexweşiyê.

Baymiş, pişti hat berdan li Nexweşxaneya Yeşilyurtê a Îzmirê tedawiya kemoterapî dît û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dicle. Bijîşkan diyar kirin ku ji bo Baymiş bijî divê mejiyê hestiyê wî bê neqilkirin. Piştî bijîşkan mînaka xwînê ji malbat û xizmên wî girtin, hat fêrbûn ku xîna xizm û malbatê ji nexweşiya Baymiş re nabe. Malbat niha amadekariya ku serî li Banga mejiyê xwînê bide dikin. Ji ber nexweşiya Baymiş giran bûye heta niha 15 kilo windakiriye.

MALBATÊ HÊJ MEJIYÊ XWÎNÊ PEYNA NEKIRIYE

Baymiş, diyar kir ku piştî hat berdan di bin çavderiya bijîşkan de dijî û wiha got: "Ji bo kemoterapî ez diçim Îzmirê û têm. Sê carin ez di kemoterapî re derbas dibim. Ez li heviya neqîla mejiyê xwînê me. Ez niha êş û janên pir giran dikişînim. Piştî ku ez hatim berdan jî êşên min nesekinînin. Ji ber ku nexweşî li min giran bûye êş zêde bûne. Ez niha bi dermanan tedawî dibim. Dermankirin û tedawî pir bi derengî dest pê kir. Ji ber vê yekê nexweşî li min giran bûye. Ez di 2015'an de bi vê nexwşiyê ketim. Lê ez nehatim dermankirin. Wê demê tehîs kirin, lê ez derman nekirim. Randewû dan min, lê ez nebirim nexweşxaneyê. Heta 2017'an nehatim dermankirin. Ji ber pirsgirêkên li girtîgehê ez derman nekirim. Nihla ez bi kemoterapî tedawi dibim. Ev jî pir zorê li min dike. Ez ji bo hevalên din ên nexweş bang li cemaweriyê dikim ku li dijî girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin.

Baymiş, anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: "Di salên 1980'an de girtî bi awayekî fîzîkî dihatin dermankirin. Lê niha nexweş dikin û li girtîgehan bi nexweşiyê wan dikujin. Dereng dikbin nexweşxaneyê. Nexweşiyê lê giran dikin û piştre dibin nexweşxaneyê. Dermanan dereng didin wan. Girtiyên nexweş çiqas daxwaznameyan binivîsin jî fêde nake. "

Xwişka Baymiş Birgul Bahçelî jî anî ziman ku wan dizanîbû li girtîgehê nexweş e, lê nizanîbûn nexweşiya wî ew qas giran e. Bahçelî, anî ziman ku di meha mijdarê de teşhîs danîn di meha Sibatê de randevî dan û piştî wê Baymiş nebirin nexweşxaneyê. Li şûna li nexweşxaneyan bê dermankirin bi hincetên cûda dîsa şandin girtîgehan. Birayê min di şertê girtîgehê de neşxweş xistin û di sînorê mirinê de teslîmî me kirin. Birayê min 6 sal berê dema hat girtin tu nexweşiyên wî tune bû. Nexweş xistin, anîn sînorê mirinê û piştre berdan."

Bahçelî bang li hemû mirovan kir û xwest ji bo xwîna hestî û mejiyê hestî her kes hestiyar tev bigerin û li dijî nexweşiya birayê wî hestiyar tev bigerin.

Dayika Baymiş Mihriban Baymiş bang li cemaweriyê kir û xwest her kes ji bo kurê wê hestiyar tev bigerin û destê alîkariyê dirêjî kurê wê bikin.

Cihan Başakçioglu / Deniz Tekin - dihaber