AMED - Dozger ji Serokê meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Celalettin Birtane ku hat girtin re bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" heta 15 sal cezayê girtîgehê xwest.
Serdozgerê Komarê yê Amedê, Dozger ji Serokê meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Celalettin Birtane ku di 22'ê Hezîranê de hat binçavkirin û di 30'ê hezîranê de girtin re ji ber xebatên KCD'ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" heta 15 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger îdîanameya der barê Xwediyê înşateên Birtane û Serokê Meclîsa DTSO Celalettin Birtane de amade kir û teslîmî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Heyeta dadgehê jî îdîaname qebûl kir. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" ji 7.5 salan heta 15 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger der barê Bîrtane de 101 rûpel îdianame amade kir. 90 rûpelên îdîanameyê ji xebat, rêziknameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk tê. Dîsa ji daxuyaniyên Rêberê PKKR'ê Abdullah Ocalan yên di navbera 2007-2011'an de li Îmraliyê bi parêzerên xwe re parve kiribûn. daxuyaniyên Konseya Rêveber a KCK'ê ku bi çapemeniyê re parve kiriye wekî delîl nîşan da. Li aliyê din daxuyaniyê şahidê nepen, axaftinên telefonan delîl nîşan da.
Dozger axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 10'ê Sibata 20107'an de bi parêzerên xwe re kiribû û gotibû KCD zagonî ye û legal e wekî delîla sûc dît. Dozger dîsa îfadeyê şahidê nepen ku paşve kişandibû delîl hesiband.
Dema Celalettin Birtane serokê Meclîsa DTSO bû û di sala 2013'an de di nava KCD'ê de çalak bû, axaftinên wî yên di hevdîtin û civînan de wekî delîl nîşan da. Dozger îdîa kir ku Bîrtane di lîsteya Şîn a ku KCD'ê diyar kiriye de û bi vî rengî hilbijartin bi dest xistiye û bi sifata Serokê Meclîsa DTSO di nava KCD'ê de xebatan dimeşîne. Dozger îdîa kir ku di hilbijartinê de rêxistinê hêza çekan jî bikar anîye û zext pêş xistiye. Dozger îdia kir ku Bîrtane DTSO xistiye xizmeta KCD'ê. Dozger da zanîn, Bîrtane di organîseya KCD'ê de xwestiye DTSO wekî nûner tev li Kongreya Neteweya Kurd bibe û xebatên çalak meşandiye. Dozger îfadeyên “Cesur Yurek” ên der barê Bîrtane de esas girt.
Dozger 4 pirtûkên "Auschwitz'den Diyarbakir'a 5 No’lu Cezaevi" wekî delîla sûc nîşan da.
Pankart û broşurên di serdegirtina mêvanxaneya Şaredariyê ya 26'e Kanuna 2016’an jî wekî delîl nîşan da. Dîsa belgeyên dijîtal ên di 2016'an li Çewlikê hatin bi destxistin wekî delîl nîşan da.
Dozgerê Komarê di lêpirsînê de bi îdîaya “alîkarî dane PKK û KCK’ê" der barê 54 karsazan de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 22'ê Hezîranê de 13 karsaz hatibûn binçavkirin. Ji 13 kesên hatin binçavkirin de Celalettin Birtane, Mehmet Çelik, Nihat Salmiş û Fırat Bal hatibûn girtin.