Amediyan piştgirî da 'Nobeta Berxwedanê ya HDP'ê

AMED - Gelê Amedê piştgirî da "Nobeta Berxwedanê ya "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a HDP'ê. Amediyan xwest HDP dest ji kolanan bernedin û diyar kirin ku dê heta dawî li kolanan piştgiriyê bidin HDP'ê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 20'ê Tîrmehê de li Stenbola "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk dihat aşker kir. HDP'ê bi silogana "Em nesekinin bêjin bisekine. Faşîzmê rawestînin" ji bo Çareseriya Demokratîk dakive kolanan û dest bi "Nobeta Berxwedanê" dike. Gelê Amedê piştgirî dan deklerasyonê û xwestin HDP ji kolanan dernekeve. HDP dê starta çalakiyê li Amedê bide destpêkirin. Dê civînên koma Meclîsê li Amedê bide destpêkirin û Di 7 rojan de her roj 24 saet bê navber çalakiyên "Nobeta Berxwedanê pêk bîne. Gelê Amedê piştgirî dan çalakiyê û diyar kirin ku ew dê heta dawî li pişt çalakiyê bin.

DIVÊ HDP KOLANAN NETERIKÎN

Xwendekarê Zanîngehê Yilmaz Kilvan (23), diyar kir ku piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê hat girtin zextên li ser siyaseta demokratîk zêde bûn û wiha got: "Biryara HDP tam di cihê xwe de ye. Biryarek pir baş û di cihê xwe de ye. Îktidar dixwaze partiya legal wekî îlegal bide nîşan û rê li pêş tevgera siyaseta kurd bigire. HDP tevî her tiştî bersivêdide van êrîşan û dê bersîva siyaseta demokratîk bide wan.
Kilvan, xwest gelê Amedê li biryarê xwedî derkeve û ji HDP'ê jî xwest kolanan vala nehêle û neterikîne.

Ciwanê 22 salî Emre Kiliç jî diyar kir ku îktîdar dixwaze bi komkujiya siyasî, HDP'ê û siyaseta tevgera kurd tune bike. Kiliç, ani ziman ku HDP partiya gel e û divê bi gel re siyasetê bimeşîne û wiha got: "Ger ku gel li HDP'ê xwedî derkeve HDP û gel dê bi hevre bigêjin armanca xwe. Divê berxwedana kolanan bidome. Heta Hevserokên HDP'ê bên berdan divê ev berxwedan li kolanan bidome.

DIVÊ HEMÛ AMEDÎ TEV LI VÊ BERXWEDANÊ BIBIN

Gelê Amedê yên piştgirî dan HDP’ê xwest hemû Amedî beşdarî çalakiyê bibin

Ferhan Kaya (32): "Bi rojan meşa edaletê berdewam kir. Lê tu pirsgirêk derneket. Divê ji bo HDP'ê jî heman rê bê vekirin. Em dê heta dawî piştgiriyê bidin HDP'ê."

Ulaş Yavuz (19): “Biryara HDP’ê biryarek rast û di cih de ye. Em û hemû hevalên xwe dê bi hevre beşdarî civînên HDP'ê bibin."

Ahmet Esenkuş (41): “Divê gelê me li partiya xwe HDP’ê xwedî derkeve. Divê hemû Amedî beşdarî civînên Koma HDP'ê ya sibê bibin. "

Burhan Omak (24): “Ger ku gel piştgiriyê bide dê bigêje armanca xwe. Divê gel teslîmî tirsê nebe. Em dê li pişt HDP'ê bin."

Şukru Eren (20): “Partiya ku aştiyê bîne HDP ye. HDP partiya gel e. Ger ku bi gel re bibe yek dê bi ser bikeve û bigêje armanca xwe."

Mehmet Ali Degerli (54): “Em dê heta dawî piştgiriyê bidin HDP'ê.