8 penaber li Teksasê fetisîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberên ku ji bo jiyanê mirinê didin ber çavên xwe gelek ji wan di şertên dijwar de jiyana xwe ji dest didin. Li Teksasa Amerîkayê 8 penaberên bi qacaxî dixwestin derbasê Amerîkayê bibin ji bê aviyê jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Teksas a Amerîkayê penaberên ku dixwestin derbasê Amerîkayê bibin ji ber germa zêde û tîbûnê di pişt kamyonê de fetisîn. Di encam de 8 kes mirin, 17 jê giran bi giştî 30 kes nexweşketin.
Berpirsê agirkujiyê yê San Antonioyê Charles Hood bi daxuyaniyekî vê agahiyê piştrast kir û diyar kir ku ew kesên nexweş rakirine nexweşxaneyan. Tê gotin, hêzên ewlekariyê yên Eyaleta Teksasê li ser agahiyekî dest bi operasyonekî kirine. Lê, dema çûne cihê bûyerê li rastê cenazeyê 8 penaberan û 30 kesên ji germa û bê aviyê nexweş ketine hatine.