Êzîdî Şengalê nadin bi qesr û qonaxan

ŞENGAL - Piştî êrîşa DAIŞ'ê civaka êzidiyên ji warên xwe koçber bûbûn, lê piştî warê wan azad bû, her çendî bê derfetî hebin jî vedigerin warê xwe. Welatiyên êzidî aşkera kirin ku tu qesir û qonax qasî Şengalê ji bo wan nexweş e.

Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kir û bi hezaran êzidî qetil kir û bi deh hezaran kes revandin. Ev êrîş wekî fermana 73'yemîn ket dîroka gelê êzidî, ji ber zilma DAIŞ'ê gelê êzidî ji cih û warên xwe derketin. Hêj bi hezaran li wargehên Rojava, Başûr û Tirkiyeyê di şertên kambax de li ber xwe didin. Piştî gerîlayên HPG'ê li dijî navenda Şengalê operasyon da destpêkirin û navend ji çeteyan rizgar kir, gelê êzidî jî vedigere warê xwe.

Taxa Azadî ya navenda Şengalê piştî ket bin serweriya hêzên YBŞ'ê, heta niha 600 malbat vegeriyan warê xwe. Ji van balbatan yek jî malbata Heyder e. Piştî Şengal hat azadkirin, malbat yekser vegeriya Şengalê, bi derfetên xwe jiyana xwe berdewam dikin. Malbatê tiştên jiyan kirine ji dîhaberê re vegotin.

TÊKOŞÎNEK ZEHMET DAN

Sêx Kemal Heyder Silêmanî (52) berî fermanê bi maşîneya xwe ya taybet di navbera Bexda û başûrê Kurdistanê de bazirganiyê dike û bavê 10 zarokan e. Bi fermanê re wekî hemû malbatên êzidî, jiyana wan jî gelek zehmet bûye, bi malbata xwe re revîne Çiyayê Şengalê û xwe rizgar kirine. Piştî 8 rojan li vir dimînin, gerîlayên HPG'ê korîdora mirovî vedikin û bi wan re gelek êzidî rizgar dibin. Malbata Heyder bi malbata xwe re derbasî Tirkiyeyê dibe û li wargeha Mêrdînê dimînin, piştre derbasî Zaxo, Silêmanî û piştre dîsa vedigerin Zaxoyê û li wargehên penaberan dimînin. Piştî Şengal azad dibe, vedigerin warê xwe.

'ŞENGAL WARÊ ME YE'

Heyder der barê vegera Şengalê de axivî û got ku "Şengal warê me ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji derveyê vir warekî me tune, em li gelek cihî man, lê mirov qasî cih û warê xwe li dereke din ne bi aram e. Dema em vegeriyan tu tişt tune bû, ne ceryan, ne xwarin tu tişt. Lê di nava demê de me xwe berhev kir. Me bi derfetên xwe ceryan çêkir, min jeneratorek anî, dem dem didim cîranê xwe jî."

'BAŞÛR JI ÊZIDIYAN RE TU TIŞT NEKIR'

Heyder da zanîn ku heke ceryan bê kişandin, dê mirov vegerin warê xwe, ji ber ku hikumeta başûrê Kurdstanê alîkarî nedaye wan gelekî bi gazinin. Heyder di vê der barê de jî ev tişt got: "Heta alîkarî nebe, dê tu tişt bi pêş nekeve. Ceryan nebe dê tu tişt bi pêş nekeve. Başûr tu tişt neda êzidiyan. Em 3 sal e li vir in, ne Iraq destûrê dide, ne jî ew. Ev gel dixwaze vegere Şengalê, çima Hikumeta Kurdistanê ji bo wan tiştekê nake? Li vir jeneratoreke mezin heye, heke bê çêkirin dê hemû kes jê feydeyê bibîne. Alîkariya zêde didin alîgirê PDK'ê."

'KES LI WARGEHAN NE RAZÎ YE'

Hevjîna Heyder Nur Seydo Murad (42) jî destnîşan kir ku ji derveyê ceryan û avê, pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê jî hene û wiha pê de çû: "Ez niha ji nexweşxaneya Kurdistanê têm. Di hefteyê de divê ez 3 caran biçim nexweşxaneyê û derman bibim, lê ji ber bê derfetiyê ez 2 hefteyan carekê diçim. Em di wan konên li wargehan de dişewitîn. Dema ceryan û av hebe, mirov dê bi rihetî vegerin warê xwe. Kes ji wan wargehan ne razî ye."

HEZKIRINA WELAT: ŞAM ŞEKIR E, LÊ WELAT ŞIRÎNTIR E

Dema me bi malbata Heyder re nîqaş dikir, mêvan hatin malê û mêvanên ku nexwestin navên xwe bêjin, aşkera kirin ku hemû zarokên wan li derve ne, lê ew bi hevjîna xwe re vegeriyane Şengalê. Mêvanê hat malê, helbesta şaîrê kurd Seydayê Cegerxwîn jî bi bîr xist û wiha axivî: "Seydayê Cegerxwîn gotiye ku 'Şam Şekir e lê Welat Şirîntir e', rastî tiştekî wisa ye. Ez li Şamê gelekî rihet bûm, di qonaxekê de dimam, lê bîra welat di dilê min de bû. Hêj hevalên min ên li wir bi telefonê bangî min dikin û divê bên vir, lê ez dixwazin li vir bimirim."

'MISLIMANÊN ŞENGALÊ ALÎKARÎ DAN DAIŞ’Ê'

Travmaya komkujiya 73’yan a bangoreke mezin li ser civaka êzidî hiştiye. Li ser zimanê hemû êzidiyan ev komkujî heye. Heyder têkildarê fermanê jî axivî û bal kişand ser mijarek cuda. Heyder diyar kir ku berî DAIŞ êrîş bike, mislimanên li Şengalê dazanibûn û nehiştin ew birevin û wiha axivî: “Berî DAIŞ’ê misilmanên Şengalê êrîşî jin û keçên me kirin. Ev bûyer berî saet 11’an pêk hat. Qadên me yên pîroz teqandin. Ji bo mirovên me nerevin her der girtin. Misilmanan ji me re digotin ‘Nerevin, dê tiştekê li we nekin, DAIŞ baş e.’ Ji ber vê gelek êzidiyên dikaribûn birevin, nekaribûn xwe xelas bikin û DAIŞ hat. Misilmanên wê demê li gel DAIŞ’ê niha li Duhok û Hewlêrê dijîn. Ew jî di wargehan de bûn. Kes ji wan re nabêje ‘Hûn endamên DAIŞ’ê ne.’ Kesên em kuştin, niha li Kurdistanê azad dijîn. Ger ew bên em nikarin li Şengalê bijîn, êdî em nikarin bi hev re bijîn. Li Şengalê misilman û mesîhî em bi hevre dijiyan. Em hemû di mala Şengalê de dijîn. Lê ji me re nebûn alîkar, alîkariya DAIŞ’ê kirin û rê li ber wan vekirin. Wan bi xwe jin û keçên me girtin û firotin DAIŞ’ê.”

13 ENDAMÊN MALBATA SILÊMAN HÎNA DI DESTÊN DAIŞ’Ê DE YE

Heyder da zanîn ku pismanê hevjîna wî Nur Seydo Murad ji ber bê avî li çiyan jiyana xwe ji dest û wiha got: “Ji malbatê bi xwişka min Eyşen Heyder Silêmanî re 16 kes di destê DAIŞ’ê de ye. Me xwişka min û 2 kesên din, bi berdêla 2 hezar û 500 dolarî ji destên DAIŞ’ê xelas kir. Hîna jî di destên DAIŞ’ê de 13 endamên malbatê hene.” Heyder navên kesên ku di destên DAIŞ’ê de ne parve kir. Nav wiha ne: Husna Hecî Heyder (16), Cemal Ziyad Heyder (10), Canê Ziyad Heyder (12), Nezar Ziyad Heyder (10), Ziyad Heyder (30), Saîd Heyder (33), Emîn Hecî Heyder (27), Xalît Hecî Heyder (25), Heyder Bîbo (60), Meryem Heyder (25) û 3 zarokên temenê wan dinavbera 1 û 3 salî de di destê wan de ne. Navê 3’ê kesên di berdêla 2 hezar û 500 dolarî de hatine xelaskirîn jî wihane: Eyşen Heyder Sîlêmanî, Cîhan Ziyad Heyder û Naîma Hesen Bîbo.

TEKANE ÇARESERÎ HÊZA ÇEWHERÎ YE

Di dawiyê de me pirsa ji bo komkujiyeke din li dijî êzidiyan pêk neyê, pêwîstî bi çi heye ji malbata Heyder kir? Heyder wiha bersiv da: “Hezên YBŞ’ê û Asayîşê tekane hezên rizgarkirinê ne. Ez piştgiriyê didim YBŞ û YJŞ’ê. Êdî gelê Êzidî di ferqa hêza xwe ya çewheri de ye. Em ê xwe bi xwe ji xwe re bibin alîkar. Nexwe kes ji me re nabe alîkar. Şengal şewitandin, mirovên me qetil kirin. Ger hêza me hebûya dê ev nehatiba serê me.”

Selamî Aslan - dihaber