Îdlîb vedigere herêma komên rêxistinên çekdar

ÎDLIB - Zêdetirî 10 komên rêxistinên çekdar li herêma Îdbilê bi cih dibin. Di nava van koman de herî zêde 2 kom bi bandor in. Koma herî bi bandor ya li herêmê Koma Tehrîr El Şam (bere El-Nusra) ye. Koma duyem jî Ehrar El Şam e.

Li Îdlibê gelek komên rêxistinên çekdar bi cih dibin û xwe li vir bi rêxistin dikin. Di nava van rêxistinan de Ehrar El Şam yekser girêdaye Tirkiye ye. Di navbera herdû koman de rekabeteke ji destpêka şoreşa Sûrî haya îro heye. Têkiliyên di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam girêdaye siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ye. El-Nusra haya şerê Helepê di nava hêzên sereke bû ku destek ji aliyê Tirkiye ve girt. Lê piştî ku Dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe li Sûrî guhart, operasyona Mertalê Firatê da pêş, xwe nêze Rusya kir û di dawiya sala 2016 de Helep teslîmê rêjîmê kir. Ji wî şûnda projeya Dewleta Tirkiye li herêma Idlibê jî guharî. Tehrîr El Şam (berê El Nusra) bû asteng ji bo siyaseta Dewleta Tirkiye. Dewleta Tirkiye dixwaze sîstema xwe ya ku li Ezazê û Cerablusê ava kiriye niha li Idlibê jî bide ava kirin. Lê komên Tehrîr El Şam li dijî vî derdikevin. Hêza ser erdê Idlibê ku projeya Dewleta Tirkiye pêk tîne Ehrar El Şam e. Ehrar El Şam daxuyanî da ku ve Arteşeke Niştîmanî li Idlibê bide avakirin û yek rêveberî di herêmê Idlibê di bin ala ‘’Opposisyona Sûrî’’ were danîn. Ji 09'ê Tîrmeha 2017'an û şûnde Ehrar El Şam dest bi kar anîna ala Opposiyona Sûrî kir. Tehrîr El Şam siyaseta Ehrar El Şam û Dewleta Tirkiye weke xeteriyeke ji bo berjewendiyên xwe dibîne. Da ku pêşiya vî bigire hamleyên pêş dixe. Li ser wî esasê pevçûnên li Idlibê di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam de destpê kirin.

BERÎ ŞERÊ DI NAVBERA EHRAR EL ŞAM Û TEHRÎR EL ŞAM DE

Pirsgirêkên di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam piştî ku Dewleta Tirkiye daxuyanî da ku dê derbasî Idlibê bibe, Arteşeke Niştîmanî kûrtir bûn. Hêza sereke ku projeya Dewleta Tirkiye li Idlibê pêk anî bû komên Ehrar El Şam bûn. Lê taybet piştî ku Ehrar El Şam bi fermî ala ‘’Oppposiyona Sûrî’’ rakir nakokiyên bi Tehrîr El Şam kûrtir bûn. Tehrîr El Şam da ku pêşiya hewildanên Dewleta Tirkiye bigire amadekariyên êrîşê li dijî Ehrar El Şam kir. Di 15'ê Tîrmeha 2017'an de komên Ehrar El Şam daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin Tehrîr el Şam(HTŞ) takviyeyên leşkerî li derdora Saqarep, Cebell el-Zewiyah û derdora Bab el Hawa dikin da ku êrîşê noqteyên Ehrar el Şam bikin. Şojek şûnde di 16'ê Tîrmeha 2017'an de koma Ehrar El Şam ragahandin ku vê Ehrar El Şam (EŞ) hewil bide ku hemû komên li Bakûrê Sûrî di bin yek rêveberî de kom bike û hemû di bin ala ‘’muhalîfeta Sûrî’’ vê kom bike. Di 17'ê Tîrmeha 2017 de li bajaroke Saqarep, ya 10 km rojhîlatê bajarê Idlibê dikeve, hilbijartinên herêmî ji bo rêvebariya bajarê pêk hatin. Cara yekem ji jînan re jî destûr hat dayin ku tevlê hilbijartinên bibin. Saqarep di bin destê komên Ehrar El Şam û Arteşa Azad de ye. Tehrîr El Şam hilbijartinên li bajarê Saqarep weke hamleyeke dijî xwe nirxand. Pergala ku li Saqarep hatî bû danîn dişûbe ya sîstema Tirkan li Cerablusê. Ji ber vê yekê di 18'ê Tîrmeha 2017'an de pevçûnên destpêk di navbera çeteyênî Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam li Saqarep derketin.

DÎROKA BÛYERAN

Piştî ku li Saqarep şer derketin di demeke lêz de ev pevçûn li seransere Idlibê belav bûn. Bûyerên girîng ku qevimîne wiha ne:

Di 18.07.2017 an de li Cebell el-Zewiyah ya ku dikeve başûrê bajarê Idlibê, li Iblin ya ku dikeve rojavayê Cebel El Zewiyah û li Maarat Misrin ya ku dikeve bakûrê Idlibê pêvçûnên di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam destpê kirin.

Di 19.07.2017 an de li Qalaat al-Madiq Tehrîr El Şam êrîşê Ehrar El Şam dikir. Tehrîr El Şam xwe paşde kişand.

Di 19.07.2017 an de Ehrar El Şam êrîşê konvoyeke leşkerî ya Tehrîr El Şam li Babûlin ya ku dikeve başûrê rojavayê Idlibê kir.

Di 19.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam derdora bajarê Sarmada tank bi cih kirin, ji ber ku metirsiya êrîşeke çeteyên Tehrîr El Şam heye.

Di 19.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam dest bi amadekariyên ji bo êrîşê Maar’et El Nûman kû di mehê Hazîranê 2017 de ji aliyê Tehrîr El Şam hatî bû girtin dikin.

Di 20.07.2017 bajaroke Azmarîn ya ku dikeve ser sinora Tirkiye û Idlibê beramberê gundê Haçîpaşa ya navçeya Hatayê ji aliyê çeteyên Tehrîr El Şam ve hat girtin. Bajarok berê di destê çeteyên Ehrar El Şam de bû.

Di 20.07.2017 an de Tehrîr El Şam bajarê Saqarep bi giştî ji destê çeteyên Ehrar El Şam girt. Piştî ku çeteyên Ehrar El Şam li Saqarep ala ‘’Muxalîfeta Sûrî’’ rakîrî bûn, Tehrîr El Şam êrîşê Saqarep kir.

Di 20.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam li hev kirin ku komîteyeke bê alî were ava kirin da ku pevçûnên navxweyî çareser bike. Komîte ji hukukwanên bi navê Abu Muhammad as-Sadiq, Abdul-Razaq al-Mahdi û Abu Hamza al-Masri pêk tê. Lê ev komîte serneket.

20.07.2017 an de Dewleta Tirk ji ber pevçûnên navxweyî dêriya sinor a Bab El Hawa di navbera Idlibê û Tirkiye girt.

20.07.2017 an de Tehrîr El Şam bajarê Ad-Dana ya ku dikeve 12 km rojhîlatê Bab El Hawa û Samarda ya ku 9 km dikeve başûrê Bab El Hawa bi giştî ji çeteyên Ehrar El Şam girt û bere xwe daye Bab El Hawa. Heman demê12 ketîbe ji Ehrar El Şam qut dibin û tevlê Tehrîr El Şam dibin. Di nav wan qetîbeyên de Fajr al-Islam, Liwa al-Hijra û Saraya al-Faruq hene.

20.07.2017 an de xeta parastinê ya Bab El Hawa ji aliyê çeteyên Tehrîr El Şam ve hat şikenandin.

20.07.2017 an de çeteyên Nûreddîn Zenkî ji Tehrîr El Şam qut bûn da ku şer di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam were rawestandin.

20.07.2017 an de derdora 500 çeteyên ji herêma Mertalê Firatê di riya Tirkiye de derbase sinora Bab El Hawa bûn da ku dijî Tehrîr El Şam bikin û bajarê Bab El Haw biparezin. Di nav wan de 200 çete ji operasyonê Şûrê Firatê, 200 çeteyên ji grupa Ehrar El Şam û 100 çete ji ketîbeyên din weke Ceyş El Nuqbe hebûn.

21.07.2017 an de çeteyên Tehrîr El Şam bajaroke Atme ji destê çeteyên Ehrar El Şam girtin.

21.07.2017 an de çeteyên Tehrîr El Şam ketin di nava bajarê Bab El Hawa û hemû grupên ku li Bab El Hawa şerê dijî Tehrîr El Şam kirin dorpeç kirin.

21.07.2017 an de piştî dorpeça li ser Bab El Hawa li hevkirineke di navbera çeteyên Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam pêk hat. Li gorê li hev kirinê vê çeteyên Ehrar El Şam ji bajarê Bab El Hawa derbikevin. Rêveberiya bajar û dêriya sinor ji meclîseke sivîl hat teslîm kirin

ENCAMA PEVÇÛNAN Û DERIYÊ BAB EL HAWA

Di Encamê pevçûnên de Ehrar El Şam xwe ji gelek herêm û gundên kişand û wana teslîmê Tehrîr El Şam kir. Li Başûrê Idlibê û Bakûrê Hama çeteyên Ehrar El Şam gund û bajarokên Karsa, Raşa, Tremala, Maraat al-Seen, Barabu, Qasabiya û el-Faqiya li herêma Cebel Şişabuh teslîmê Tehrîr El Şam kir. Li navenda parezgeha Idlibê bajarokên Saqarep, Ma'arrat Misrin û Kefr Yahmul ketin destê Tehrîr El Şam. Li Bakûrê Idlibê û li derdora Bab El Hawa bajar û bajarokên Ad-Dana, Aş Şêx Hesen, Aqrabat, Atmeh, Sarmada û gundewarên derdora Bab El Hawa ketin di destê Tehrîr El Şam de. Lê bajarê Bab El Hawa û deriya sinorê ne di bin destê tu grupeke de ma. Li gore li hev hatineke di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam hemû grup xwe ji Bab El Hawa paş de kişandin û dêrî tesmlîmê rêveberiyeke sîvîl hat dayin.

GIRÎNGIYA BAB EL HAWA Û ENCAMÊN SIYASÎ

Eger pevçûnên dawî li Idlibê di navbera Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam tenê weke pevçûnên taktîkî werin nirxandin vê şaş bibe. Pevçûnên dawî di navbera Tehrîr El Şam û ehrar El Şam li ser esasa hevsengiyên Idlibê û Sûrî pêk hatin. Hedefa Tehrîr El Şam bi şerê dijî Ehrar El Şam re siyaseta Dewleta Tirk li ser herêma Idlibê bû. Tê zanîn ku Dewleta Tirk hewil dida ku derbasê Idlibê bibe. Ev yekser bi riya Ehrar El Şam û ava kirina arteşeke niştîmanî di herêma Idlibê vêpêk hatî bû. Lê ‘’qûrbana’’ wî siyasete ve Tahrîr El Şam bibera. Dewleta Tirk dixwest Tehrîr El Şam di herêmê de tasfiye bike da ku hemû grupên tevlê Ehrar El Şam bibin. Derbasbûna Dewleta Tirk vê li ser deriya Bab El Hawa vê pêk hatî bû. Sinora Bab El Hawa sinora here stratejîk di navbera Idlib û Dewleta Tirk e. Bajarê herê nêz ya Dewleta Tirk bajarê Reyhanli ye. Hemû alikariyên maddî ji bo herêma Idlibê di riya dêriya Bab El Hawa derbas dibin. Heman demê riya tîcarî û alikariyên mîrovî ya munazamatan jî di riya dêriya Bab El Hawa derbas dibin. Aboriya Idlibê li ser dêriya Bab El Hawa tê diyar kirin. Takviyeyên leşkerî jî di mile dêriya Bab El Hawa pêk tên. Haya pevçûnên dawî ev dêrî di bin kontrola çeteyên Ehrar el Şam û Dewleta Tirk de bûn. Lê niha Ehrar El Şam derket û rêveberiyeke sivîl li ser dêriya Bab el Hawa disekinîne. Herêma derdor jî di bin kontrola Tehrîr El Şam de ye. Bi wî awayê çeteyên Tehrîr El Şam niha hakimiyeta xwe li ser aboriya Idlibê girtin.

Aliye siyasî de jî vê banodreke mezin li ser Dewleta Tirkiye kir. Dewleta Tirkiye dixwest ku bi riya Idlibê derbasê herêma Şêx Bereket bibe da ku baregeheên leşkerî bide ava kirin. Di riya Şêx Bereket Dewleta Tirkiye dixwest ku mile başûrê Efrînê êrîşê Kantona Efrînê û herêma Til Rifatê bike. Lê Tehrîr El Şam niha pêşiya Dewleta Tirk girt.

Erdogan Altan - dihaber