Ciwanê 18 salî darvekirî hat dîtin

AGIRÎ – Ciwanê 18 salî Abdulsamet Kufrevî li serşoka mala xwe ya navçeya Panosa Agiriyê de bi daliqandî hat dîtin.

Li navçeya Panosê ya Agiriyê ciwanê 18 salî Abdulsamet Kufrevî li serşoka mala xwe de bi daliqandî hat dîtin. Cenazeyê ciwanê daliqandî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Hat gotin ku Kufrevî întîhar kiriye. Piştî kar û barê fermî cenaze ji bo otopsiye şandin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.