AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 409'an de li windayan geriyan.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi slogana "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" kom bûn û daxuyanî dan.
Çalakiya ku berî OHAL'ê hefte li pêş Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyolu dihat lidarxistin; ji ber walîtiyê çalakî qedexe kir, xizmên windayan ji qedexeya derve heta niha çalakiyên xwe li salona civînê ya ÎHD'ê pêk tînin.
Malbatan çîroka Osman Buluttekin ê di 24 Tebaxê de 1995’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hat windakirin pirsîn. Malbatan û parazvanên mafên mirovan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Rêveberên ÎHD di civînê de amade bûn. Malbatan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin"vekir. Di çalakiyêde nûnerên İHD ya Amedê Adnan Orhan diyar kir ku ev 409 hefteye windayên xwe digerin û wiha got: “Em windayên xwe tenê li Kurdistanê nagerin. Em li bajarên Tirkiyê jî li windayan digerin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê zêdetirî 600 hefteye li windayên xwe digerin.
Çend roj berê dema dayika Ridvan Karakoç Asiya Karakoç li kurê xw
e digeriya jiyana xwe ji dest da. Me digot bila dewlet windayên me bibîne. Em dibînin ku dewlet li şûna windayan bibînin, windayan zêdetir dikin. 48 rojin. Mujgan Ekin li Enqere winda bû. Em dibêjin bila dewlet windayên me bibîne”
Piştî axaftina Orhan Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Osman Buluttekin ê ku di 25 Tebaxê 1995’an de li navçeya Pasûr a Amedê hat binçavanda hat windakirin xwend. Yalçin, destnîşan kir ku bavê 7 zarokan Buluttekîn di qedeyên Pasûrê de hat windakirin. 4 kesan êrîşî mala Buluttekîn kir. Gotin 'em ji midûryeta polîsan tên û ew tevî şimikê binçav kirin. Berî ku bê binçavkirin çar meh berê Buluttekîn ji zindana Amedê hatibû berdan. Piştî hat binçavkirin û heta niha tu aagahî jê nehat girtin û hêj windaye."
Piştê axaftinê çalakiya rûniştinê pêk anîn.