EDENE - Xebatkara rojnameya Azadiya Welat Şirîn Çoban a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê tê girtin, piştî hevdîtina bi parêzer re ji ber lêdanê ji çenga xwe birîndar bûbû, Çoban nikare xwarinên bêavî bixwe. Parêzer Tugay Bek got ku ew dê serlêdana sûc bikin.
Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê piştî hat çêkirin, bi îşkence û muameleya xirab a li dijî girtiyan ket rojevê, îşkence û hovîtiyên li dijî girtiyan berdewam dike. Xebatkara rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin, Şirîn Çoban, piştî sewqê girtîgehê kirin, ji ber îşkence û derba li çenga wê ket, nikare xarinê bêavî bixwe. Parêzer Tugay Bek hefteya çûyî li girtîgehê hevdîtin pêk anî û ev tişt got: "Min di 28'ê Hezîranê de mi miwekîla xwe re hevdîtin pêk anî, piştî hevdîtinê dema wê dibin girtîgehê, wê derb dikin. Di hevdîtina hefteya borî bûyer vegot."
Bek aşkera kir ku miwekîla wî tê derbkirin û wiha pê de çû: "Tenê xwarinê bi avî dixwe. Piştî tê derbkirin, dixwaze rapora derbkirinê bigire, lê dawaza wê ya derketina revîrê tê redkirin û tedawiya wê nayê kirin."
Bek aşkera kir ku ew dê der barê derbkirinê de serlêdana sûc bikin û ew dê tu carî îşkenceyê qebûl nekin.