Li Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin

RIHA- Li Pirsûsê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê polîsan bi ser malan ve girtin. Endamên Meclisa Şaredariya DBP’a Pirsûsê Serdar Tekînalp û Teslîm Donuk û jina navê wê nehat zanîn, hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.