MÊRDÎN – Der barê rojnameger Sedat Sûr de ji ber nûçeya nelirêtiyê çêkiribû lêpirsîn hat destpêkirin.
Dozgeriyê Komarê ya Mêrdînê der barê rojnameger Sedat Sûr de bi hinceta “Propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin. Hat diyarkirin ku nûçeya Sûr ya bi senavê “Qeyûmê ku tayînê şaredariyê kirin, ji bo ‘konferansa olê’ milyon xerç kir” û ev nûçe ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, der barê Sûr de lêpirsîn hat destpêkirin.
Sûr di 24’ê çile 2017’an de nûçe çêkiriye. Di çarçoveya vê lêpirsînê de dê Sûr roja Çarşemê li Edliya Mêrdînê îfade bide.
Sûr destnîşan kir ku ew heta dawiyê li pişt nûçeya xwe ye û wî rastî nivîsandiye.