Nexweşê penceşêrê Kaya hat berdan

EDENE – Necîp Kaya yê 70 salî ku nexweşîna penceşêrê pêre heye û 3 kesên din li Osmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Li taxa Yunus Emre ya Osmaniyê duh di serdegirtina malê de Necîp Kaya yê 70 salî ku bi nexweşîna penceşêra qirikê ye, hat berdan. Li gel Kaya 4 kesên din jî hatibûn binçavkirin û jê 3 kesên din jî piştî îfadeyên polîsan hatin berdan. Kar û barê binçavkirinê yê kesekî din dewam dike.