ENQERE – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, bang li hemû kesên ku îtîraza wan ji geşedanên heyî re heye kir û xwest tev li "Nobeta Berxwedanê" bibin. Baydemîr, anî ziman ku dê 7 rojan her roj 24 saetan li qada vekirî nobeta aştî û demokrasiyê bigirin û wiha got: "Em ranawestin. Em dê faşîzmê rawestînin."
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapememiyê pêk anî. Baydemîr, der barê fezlekeya dawî ya der barê Hevserokê Gişti yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de axivî û hurguliyên “Tevgera Wîcdan û Edaletê" ku ji aliyê HDP'ê ve hatiye destpêkirin rawestiya. Baydemir, anî ziman ku li Tirkiye qala azadiya çapemeniyê dikin û wiha got: "Lê li Tirkiye 166 rojnameger girtî ne. Disa rojnamegerên Cumhuriyetê îro derketin pêşberî dadger. Edalet û hiqûq dê ji her kesî re lazim bibe. Berxwedana li dijî faşîzmê dê pêşeroja vî welatî ronî bike. Dê Tirkiye ber bi roniyê ve bibe. Bê guman dê piştgirî û rola medya ku serî natewîne di vê yekê de gelek zêde be. Sansur ne tenê li ser medya heye. Sansur û zext li ser siyaseta demokratîk jî tê meşandin.
263 rojin hevserokên me yên girtî girtî ne. Wekîlên me dîl hatine girtin. Pişti darbeya 4'ê Mijdarê fezlekeya der barê hevserokên me de hatin amadekirin. Ji 4'ê mijdarê heta niha der barê hevserokên me de 13 fezlekeyên din hatin amadekirin. Feslekeya hêjmar 72. îdîa dikin ku sûc û sûcdar pesinandiye. Ji ber mîtînga "Ji darbeyan re na" ya li Amedê fezleke amade kiriye û ji meclîsê re şandiye. Ji ber gotina Demîrtaş a 'Çareserî û muzakere rêya herî bi wate û qîmet e. Heta ku hûn Brêz Ocalan li Îmraliyê dîl bigirin û di bin tecrîdê de bihêlin ev rê venabe' Dozger ev gotinen Demîrtaş wekî propaganda rêxistinê pênase kiriye." Dîsa di fezlekeyek din de ji ber Demîrtaş beriya ku Recep Tayyip Erdogan bibe serokomar gotibû 'Pereyê sercilkirî yên tu ji Fethullah Gulen re dişîne hed û hesabêwî tune. Ger ku darizandinek hebe divê berê ji te de bê destpêkirin. Ger ku li vî welatî kesekî bê darizandin hebe divê berê tu be.'" Baydemîr, anî ziman ku hemû fezleke ji ber axaftinên Demîrtaş ên siyaseta demokratîk ku li qadan kiriye hatiye vekirin.
‘EM DÊ 7 ROJAN HER ROJ 24 SAETAN NOBETA DEMOKRASİYÊ BIGIRIN'
Baydemîr, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ew dê sibê li Amedê dest bi starta "Nobeta Berxwedanê" Bikin û wiha got: "Meclîs êdî bûye notera îktîdarê. Îktîdar bi OHAL, KHK’yan li hundir û derve siyaseta dijminantiyê dimeşîne. Mafê pîroz ê parastinê ji dest digire. Ya herî piroz ku bê kirin li dijî pekanînên faşizmê berxwedana edalet û wîcdanî ye. Em wekî HDP'ê dê sibê civîna koma HDP'ê li Amedê pêk bînin. Em dê berxwedana edaletê ya bê tundî, bê dar û ber pêk bînin. Em dê berxwedana Edalet û Wîcdan pêk bînin. Em dê li dijî rêveberiya tundiyê berxwedana edalet û wîcdan pêk bînin. Em dê 7 rojan û her rojê 24 saetan li qadan ji bo aştî, demokrasî û edaletê nobeta berxwedanê pêk bînin. Divê em li dijî zilm û faşîzmê rawestin. Divê em vê faşîzmê rawestînin. Em dê faşîzmê rawestînin, lê em ranawestin. Faşîzm bi rica, mînet, situxwariyê ranaweste. Faşîzm bi berxwedana demokratîk tê rawestandin. Em dê li kolonan di ber xwe bidin û faşîzmê rawestînin. Di heftüeya yekem de em dê li Amedê bin. Piştre em dê biçin Stenbol, Hefteya dîtin li Wanê. Hefteya dîtir li Îzmir, em dê berxwedana edalet û wîicdan pêş bixin."
EM BANG LI HER KESÊN ÎTÎRAZA WAN HENE DIKIN
Baydemir, bang li cemaweriyê jî kir û wiha got: "Em bang li hemû kesên îtîraza wan heye û ji vê rêveçûnê bêzarin dikin ku tev li çalakiya me bibin û li dijî vê zilmê di "Nobeta Berxwedanê" de cihê xwe bigirin.