Bi TOMA'yê êrîş kirin û 4 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Piştî çalakiya duh ji bo Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen pêk hat, îro der û dora Kizilayê hat dorpêçkirin. Kedkarên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan bi TOMA'yê êrîşê wan kir û 4 kes hatin binçavkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 138 roj li pey xwe hişt, çalkaiyên piştgiriyê ya ji bo vegerin karê xwe li derve berdewam dike. Çalakiya "Em kare xwe dixwazin" 258 roj e didome û îro jî polîsan êrîşê çalakgeran kir û 4 kes hain binçavkirin.

Çalakgerên ku duh xwestin piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça, 72 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 52 kes îro serbest hatibûn berdan, girseyê îro jî xwest li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan maşîneya TOMA'yê xist kuçeya 3 mêteryî ya Konare û rê ji çûyîn û hatinê re teng kir. Girseyê li pêşberî TOMA'yê pankarta "Çalakiya grevê 138 roje didome" vekir, polîsan êrîşê girseyê kir û 2 kes bi lêdanê binçav kirin.

2 kesên ku piştgirî dan çalakiyê û dirûşm berzkirin, polîs bi ava şid êrîşê wan kir û welatiyên li ber dikanê xwe rûniştîbûn jî şil û pil kir. Welatiyên di çalakiya xwe de israr kirin, polîsan 2 kesên din jî binçavkirin û hejmara kesên hatin binçavkirin derket 4 kesan. Piştî çalakiyê TOMA di kuçeyê de asteng ma û nema dikaribû derkeve.