STENBOL - Roja ku sansura li ser çapemeniyê hatiye rakirin heta niha 109 sal derbas bû, lê rojnameger hên di bin gefa sansurê de ne. Kedkaran got ku "Rojnameger tên darizandin, sansur dewam dike" û wiha axivîn: "Li derve rojnamegerên ku nelêrêtiyê binvîsin nehiştin."
Piştî di 24'ê Tîrmeha 1908'an de li Tirkiyeyê sansur hat rakirin, her sal 24'ê Tîrmehê wekî Cejna Çapemenî û Rakirina Sansura Çapemeniyê tê pîrozkirin. Ji wê rojê heta niha 109 sal derbas bû, lê sansura li ser çapemeniyê berdewam dike. Kedkaran aşkera kir ku "Xebatên rojnamegeriyê wekî sûc tên dîtin û bi vê rêyê azadiya çapemeniyê tê xespkirin."
Serokê Giştiyê Basin-Îşa DÎSK'ê Faruk Eren da zanîn ku di salvegera sansurê de 17 rojnameger tên darizandin û 150 rojnameger di girtîgehê de ne. Eren piştrast kir ku di salvegera sansurê de gelek rojname hatine girtin û wiha axivî: "Kêfa desthilatdariyê ji kîjan nûçeyê re neyê, der barê wê de dozê vedike. Heta ev rewş neguhere dê têkoşîna me dewam bike."
'AKP ROJNAMEGERIYÊ WEKÎ SÛC DIBÎNE'
Wekîlê CHP'ê Bariş Yarkadaş ku di heman demê de rojnameger e, diyar kir ku AKP li Tirkiyeyê rê nade rojnamegeriyê û wiha got: "AKP nahêle der barê desthilatdarî, nelêrêtî û binpêkirina mafên mirovan de agahî bên belavkirin. Kî/ê AKP'ê rexne bike, wan bi terorê sûcdar dikin û bi sedan rojnameger di girtîgehê de ne. Rojnamegerên ku nelêrêtiyê dinvîsin li derve nehiştin."
Nivîskarê rojnameya Evrenselê Ozcan Yamam jî destnîşan kir ku sansura siyasî di dewrê de ye û wiha pê de çû: "Ji bo desthilatdarî li piyan bimîne, sansurê pêk tîne. Ji ber ku beyî wê nikarin li ser piyan bimînin. Divê piştgiriya me berdewam bike."
Rojnameger Ceyda Kara jî anî ziman ku ew li welatekê ku pirs nayên kirin dijîn û ev tişt got: "Azadiya remanê tune. Dîsa desthilatdarî ji tu beşên muxalîf re tehmûlê nake."