Leşker ji gundê bombekirî vekişiyan

DERSIM – Gundê Hanê ya Dersimê leşkeran bi rojan ji hewa ve bombe kir û welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Piştî bi rojan leşker ji gund vekişiyan û li pey xwe herêmên bombekirî zilim hiştin.

Li gundê Hanê ya navçeya Qisleyê ya Dersimê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û piştî dorpêça bi rojan leşker ji gund vekişiyan. Gund 4 roj di dorpêça leşkeran de ma, ji hewa ve hat bombekirin. Di bobmebaranê de welatiyê bi navê Ercan Ataş hat qetilkirin, welatiyên ji gund Mustafa Uçan û Alîcan Kasun hatin binçavkirin. 15 welatiyên ji ber bombebarana hêzên dewletê ji gund derketin û li gundê Pîrdasûrê ya Pîlemûryayê bi cih bûn.

BÊHNA GAZ Û QIRÊJIYÊ

Welatiyên li gundê Pîrdasûrê piştî çend rojan vegeriyan gundê xwe, hewl didin şopên operasyonê sererast bikin. Li bejahiya gund gelek qalikên guleyan tên dîtin û cihên ji hewa ve hatine bombekirin balê dikişînin. Gundê ku dikeve navbera 3 çiyayan, ji ber bombebaranê bêhna gaz û qirêjiya bombebaranê çav û rûyê mirovan dişewitîne.

‘HELÎKOPTERÊ LI SER MÊŞAN DANÎ’

Jina bi navê Gulîzar Bozoyuk diyar kir ku helîkopterê li ser qovanên mêşan daniye, beşeke zêde ya qovanên mêşan pelixî ne, gelek mêşên di qovanan de mirine. Gozoyuk got ku ewlehiya canê wan tune û wiha axivî: "Welatiyên din bi roj tên li gund karê xwe dikin, bi roj jî diçin gundê Pîrdasûrê û li gel xizmên xwe dîmînin."

GUND DI 1992’YAN DE HAT ŞEWITANDIN

Gundê Hanê qasî 7 kîlometreyî dûrê navçeya Qisleyê ye û di newalekê de ye, di sala 1992'yan de leşkeran gund şewitandiye. Welatiyên piştî 16 salan vegeriyane gundê xwe, li vir bi mêşvanî û baxçeyan re mijûl dibin. Bozoyuk got ku "Me parçeyek alavên xwe jî negirtine" û wiha pê de çû: "Em demeke dirêj di konan de man. Her malbateke me çû cihekî û em piştî 16 salan hatin gund. Me bi kedeke mezin jiyana xwe sererast kiribû, lê dîsa ev operasyonên leşkerî me dixin nav fikaran."

Welatiyê bi navê Ercan Ataş ê di êrîşa leşkeran de hat qetilkirin, Waliyê Dersimê der barê wî de tu daxuyanî neda.