Rojnameger Erden serhest hat berdan

RIHA – Rojnameger Zekî Erden bi “qedexeya çûyîna derveyî welat” û “Şertê kontrola edlî" serbest hat berdan.

Rojnameger Zekî Erden piştî 14 roj di binçavan de ma, serê sibê derxistin Eliya Rihayê. Dozgeriyê, Erden bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” û “Xebata rêxsitinê dike” ji bo girtinê, sewqî dadgehê kir. Erden ku îfade da dadgehê, bi “şertê kontrola edlî” û “qedexeya çûyîna derveyî welat” serbest hat berdan.

Di heman demê de Muxtarê Taxa Ahmet Yesevî Omer Çîçek û lawê wî Mithat Çîçek, Firat Akengîn û Alî Gur ên di 11’ê Tirmehê de polîsan ser malên wan de girtin û xistin binçan jî, piştî îfade dan dozgeriyê serbest hatin berdan.