Cihê çalakiya ‘Nobeta berxwedanê’ hat guhertin

AMED – Cihê daxuyaniya Civîna Koma Meclîsê ya HDP’ê û “Nobeta berxwedanê” ku dê li Parka Koşuyoluyê pêk bihata hat guhertin. Cih wek Parka Ekîn Ceren hat diyarkirin û dê li vir çalakî pêk bê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em Nesekinin, Jêre Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin", deklarasyona "Plana Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk dihat aşkera kir, di çarçoveya vê deklarasyonê de dê sibê li Parka Koşuyoluyê HDP Civîna Koma Meclîsê li dar bixe û "Nobeta Berxwedanê" bida destpêkirin. Lê cihê daxuyanî û çalakiyê hat guhertin. Li gorî ragihandina Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê cihê çalakî û daxuyaniyê hat guhertin û Parka Ekîn Ceren a li navçeya Peyasê hat diyarkirin. Dê sibê daxuyanî û çalakiya “Nobeta berxwedanê” li Parka Ekîn Ceren di saet 12.30’an de pêk were.