ÎZMÎR - Polîsê bi navê Îmran Kahya di sala 2012'an de li Karabaglarê kesek kuşt û 4 kes birîndar kir hat tahliyekirin. 11 sal 8 meh û 15 roj cezayê ji bo Kahya hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hat xirakirin.
Di 12'ê Tebaxa 2012'an de li navçeya Karabaglarê ya Îzmîrê, polîsê bi navê Îmran Kahya Emrah Barlak kuşt. 11 sal 8 meh û 15 roj cezayê ji hêla 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve lê hat birîn, Dadgeha Bilind xirab kir. 1'emîn Dayreya Ceza ya Dadgeha Bilind, dosyaya Kahya lêkolîn kir, bî îdiaya "Di nav sînorê parastina cewherî de ew kuştiye" biryar xirab kir.
Bav û dayika Barlak bi endamên Weqfa Baran Tursun, MAZLUMDER û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ên hatin girtin re li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Nergîz Tuba Aslan, bertek nîşanî biryarê da û aşkera kir ku doz di serî de heta niha badekî (kurmaca) ye. Parêzer Aykut Dîkencîk jî da zanîn ku bi biryarê re êşa malbatê hêj hatiye zêdekirin û bersûç mafdar derxistiye.
Dîkencîk aşkera kir ku ew dê dozê bibin temîzê.