HATAY - Parêzer Suphî Zarîf bi nûçegihanên me Erdogan Alayamut û Nuri Akman re hevdîtin pêk anî û got ku der barê Alayamut û Akman de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn tê birêvebirin.
Nûçegihanên me Nûrî Akman û Erdogan Alayamut ku di 13'ê Tîrmehê de bi hinceta "gumanbariyê" hatin binçavkirin, ev 12 roj in ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê di bin çavan de ne. Parêzer Suphî Zarîf li Muduriyeta Polîsan a Hatayê bi muwekîlên xwe Alayamut û Akman re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku der barê Alayamut û Akman de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn tê birêvebirin.
Zarîf, got ku hîn îfadeya wan a li muduriyeta polîsan nehatiye wergirtin û ew çarçoveya dosyeyê nizanin. Zarîf, dest nîşan kir ku ew ê di dema îfadeya muduriyeta polîsan de hay ji hurguliyên dosyeyê çêbibin.