ENQERE - Xwişka Nûriye Gulmenê Beyza Gulmen dema ku ji bo piştevaniya xwişka xwe Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ber bi Kolana Yukselê ve meşiya hat binçavkirin.
Çalakiya piştevaniyê ya ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 138 roj in li Girtîgeha Sîncanê di greva birçîbûnê de ne îro jî berdewam kir. Koma ku li Kuçeya Konûrê hat gel hev, xwest ber bi Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê ye bimeşe û daxuyaniyê bide. Di nav komê de xwişka Nûriye Gulmenê Beyza Gulmen jî hebû. Beyza Gulmen û welatiyê bi navê Arda Tûran dema pankarta li ser "Bila Nûriye û Semîh vegerin ser karê xwe" nivîsandî hilgirtibûn hatin binçavkirin.