ŞIRNEX - 3 meh in li herêma Şirnexê operasyonên leşkerî didomin. Her diçe operasyon berfireh dibin. Çêkirina "riyên ewlehiyê" jî bi lez didomin.
Piştî ku qadên bejahiyî yên Şirnexê û navçeyên wê wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin, bi awayekî hevwext operasyonên leşkerî hatibûn destpêkirin û ev operasyon tên berfirehkirin. Ev operasyonên ku di 18'ê Nîsanê de hatin destpêkirin bi beşdarbûyîna cerdevanên ku di bin navê "Hançer", "Yildirim" û "Bayrak"ê (ku ev tîm di salên 90'î de gelek sûc kirine) bi taybetî hatine perwerdekirin tên birêvebirin. Heta niha di van operasyonan de gelek leşker û cerdevan mirine. Niha herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kato Jîrka bi beşdarbûyîna bi hezaran leşker û cerdevanî bûne navendên operasyonan.
PIŞTÎ KETINA HELÎKOPTERAN KATO JI ROJEVÊ HAT DERXISTIN
Di 31'ê Gulanê de li bajaroka Sêgirkê helîkopter ketibû û Fermandarê Payebilind ê 23'yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan Aydogan Aydin jî di nav de 13 leşkerên bipaye miribûn. Piştî ketina vê helîkopterê operasyona li herêma Çiyayê Katoyê ji rojevê hat derxistin. Her wiha ji bo qereqolên nû kozik tên vedan û binkeyên leşkerî tên çêkirin. Li gel vê şikeftên li herêmê jî tim tên bombebarankirin û her wiha gelek deverên li herêmê jî bi helîkopteran tên gulebarankirin.
OPERASYON LI GUNDÊN CÛDIYÊ JÎ BELAV BÛ
Di demên dawî de li herêmê operasyon li qadên Çiyayê Cûdiyê dest pê kirine. Demek berê walîtiyê li herêma gundên Uçkiraz, Ballikaya, Cevîzlî, Derebaşi û Hesenayê wek "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kiribû. Operasyona li herêma van gundan ev hefteyeke didome. Herêm tim bi hawanan tê taravkirin û her wiha gelek leşker û cerdevan jî beşdarî operasyonê dibin.
DI NAVBERA ŞIRNEX-QILEBANÊ DE 'RIYÊN EWLEHIYÊ'
Di heman demê de li gel operasyonan çêkirina "riyên ewlehiyê" jî didome. Herî zêde ev rê li herêma di navbera Şirnex-Qilebanê de tên çêkirin. Di dema çêkirina van riyan de bi awayekî zêde ewlehî heye û her wiha li hin deverên riyan jî qûleyên raçavkirinê tên çêkirin.