Li Reqqayê rêwîtiyeke zor û zehmet a azadiyê

REQQA - Li Reqqayê bi hezaran sivîlên ku wê tarîtiya 4 salan a DAIŞ'ê ji ser xwe avêtin, li gel mirin û birîndarkirinê jî tevlî QSD'ê bûn bi hêstirên çavên xwe û bi gotinên "Ehlen", "Xwedê we biparêze" ber bi armanca xwe ya azadiyê ve diçin.

Li Reqqayê operasyona "Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja 50'emîn de li eniyên rojhilat, rojava û başûr ên bajêr didome. Her ku diçe şervanên QSD'ê bajar li DAIŞ'ê teng dikin û her wiha di korîdora ku şervanên QSD'ê vekiriye de sivîl tên rizgarkirin. Li Taxa Teyarê ku li eniya başûrê rojavaya bajêr e nêzî 500 sivîl ji esareta DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Sivîlên ku li eniya rojava hatin rizgarkirin û yên di rêça azadiyê de birîndar bûn li objektîfa dihaber'ê aliqîn.

*Mayinên ku DAIŞ'ê li taxên Deriyê, Hattîn û taxên din bicihkiribûn teqiyan. 5 reqqayiyên pêl mayînê kirin ji dest, pî û milên xwe birîndar bûn. Ekîpmanên tenduristiyê yên QSD'ê mudaxileyî birîndaran kirin û ew rakirin nexweşxaneyê.

*Sivîlên ku bi rojan xwe ji DAIŞ'ê parastine û li malan hêwirîne, dema xwestin xwe bigihînin QSD'ê bûn hedefa sekvanan. Reqqayiyan dest nîşan kir ku ji wan re hatiye gotin ku "Hûn diçin cem kafiran" û bi vî awayî gule li wan hatine reşandin.

*Sivîlên ku bi roja tî û birçî di malan de ne, tekane dawaza wan ew bû ku xwe bigihînin qadên ewle yên QSD'ê. Her çi qas zanibûn ku DAIŞ'ê riya wan mayin kiriye jî, gelek sivîl ketin rê. Ji bo ji esareta DAIŞ'ê rizgar bibin gelek sivîl rîskên mezin didin berçavan û serî li her cure riyê didin.

*Reqqayiyên hatin rizgarkirin dibêjin "Ehlen", "Silav", "DAIŞ xilas" û "Allah yêh mi kom" (Xwedê we biparêze". Hin jê jî nîşana serketinê dikin û bi çepikan kêfxweşiya xwe ya azadiyê didin der.

*Reqqayiyên ku bi awayekî dûr û dirêj ketine dorê, bi torbe û eşyayên li ser pişt û milên xwe ber bi herêmên ewle ve diçin. Di nav kesên tên de yên temenê wan 100 sal jî hene.

*Her wiha welatiyên ku berasteng in û bi sandaleyên bitekelek jî, piştî wan rojên zor û zehmet kêfxweşiya xwe ya rizgarkirinê didin der. Bi xwe nikarin û hêstir ji çavên wan dibare. Paşê serê xwe ber bi jor radikin û dua dikin.

*Di nav kesên hatin de bavekî ku tevî pitika xwe ya yek salî jî heye. Kincên Mihemedê 25 salî di nav xwînê de mane. Di nav ewqas mirovî de jî çavê wî tim li ser pitika wî ye. Çimkî, ji ber mayinê perçeyên biçûk li ser çavan ketine. Pitik di hembêza Mihmed de raketiye. Hayê pitikê ji tu tiştî tune ye. Dema em dipirsin sax e? Dibêje "Şikir ji Xwedê re."

*Dema sivîl digihên herêmên ewle, pêşî av û paşê jî xwarin ji bo wan tê dayîn. Paşê ji bo tevdîrê ka DAIŞ tevlî nav wan bûye yan na, lêpirsîn tên destpêkirin. Sivîlên hatin xelaskirin li kampên gundên Xatûniye û Hewil Hewayê hatin bicihkirin.

Nazim Daştan - dihaber