Gulmen: Dawiya wê mirin be jî ez ê dev ji çalakiya xwe bernedim

MÊRSÎN - Gulbeyaz Karaer piştî ji Girtîgeha Sîncanê tahliye bû, der barê rewşa Nuriye Gulmen ku di greva birçîbûnê de ye agahî dan. Karaer da zanîn ku Gulmen bertek nîşanî daxwazên ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê daye û wiha axivî: "Dema dibêjin dev ji greva birçîbûnê berde, ev hêzê nade min. Ev axaftin hêzê dide aliyê din. Dawiya wê mirin be jî ez ê çalakiya grevê bi dawî nekim."

Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça bi daxwaza "Em karê xwe dixwazin" ev 139 roj e di greva birçîbûnê de ne. Ji 23'yê Gulanê vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tên girtin. Her ku diçe rewşa Gulmen û Ozakça xirab dibe. Gulbeyaz Karaer piştî ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bû, der barê rewşa Gulmen de axivî.

Birayê Karaer Ugur Turkmen di sala 2001'an de li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê di çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku Karaer di merasîma 27'ê Çileya 2017'an de kulma xwe ya çepê bilind dike, tê girtin û di 7'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bûbû.

‘SÎNCAN JI BO NURIYEYÊ NE GUNCAV E’

Karaer da zanîn ku qawîşa ku ew lê diman, hucreyeke ji bo girtiyên muebetê hatiye çêkirin û wiha axivî: "Em 3 kes lê diman; lê qawîşên me cuda bûn. Dema Nuriye hat, deriyê hucreyê vekirin û ji ber vê em li gel Nuriyeyê diman. Me li wê mêze dikir, ji ber ku hewcetiya wê hebû." Karaer aşkera kir ku ji ber Rewşa Awarte (OHAL) gelek girtiyên nû anîne girtîgehê û di qawîşên 7 kesî de, 10-15 kes dimînin.

'DAXWAZA WÊ KARÊ WÊ YE'

Karaer diyar kir ku dema Gulmen hatiye gel wê rewşa wê zêde xirab nebûye, bi wê re eleqedar bûye û wiha domand: "Dema nû hat baş bû, em bi hev re diçûn cihê bêhnstandinê û me nîqaş dikirin. Lê di rojên pêş de Nuriye gelekî zehmetî dikişand û nikaribû bimeşe. Di dema hevdîtina parêzer de bi kursiyê tekerlekî dihat. Êşên wê zêde bûn û her dem dirûşma 'Em karê xwe dixwazin' berz dikir. Piştî kursiyê tekerlekî jê hat girtin, bijîşk dihat û dixwest Nuriye bê dermankirin. Nuriyeyê ev tedawî qebûl nedikir û digot ku 'Ez karê xwe dixwazim. Min bi dawaza xwe dest bi grevê kir. Ez tedawiyê qebûl nakim.' Digot heyeteke bijîşkan a Odeya Tabîbên Tirkiyeyê heye, heke ew mêze bikin ez ê tedawî bibim.'"

GULMEN: HÊVIYÊN MIN HENE

Karaer dest nîşan kir ku piştî Gitîgeha Kampûsa Tarsusê hatiye vekirin, 15 girtî sirgûnê wir kirine û wiha got: "Pişt re em girtin qawîşa J-4'an. Ev ji wê hucreya ku em lê diman baştir bû. Rewşa Nuriyeyê li qawîşan J-4'an zêde nebaş bû. Min kar bi wê nedida kirin, wê dixwest kar bike û digot 'xwişkê ber de ez dikarim karê xwe bikim, dê rojek şûn de te li vir bigirin, ez li vir bi tena serê xwe jî bimînim, ez ê têbikoşim. Baweriya min li cih e û ez ji pêşerojê bi hêvî me.'"

DAWIYA WÊ MIRIN JÎ BE...

Karaer aşkera kir ku di nava rojê de wan li ser rojeva li Tirkiyeyê dipeyivî û di wê der barê de jî ev tişt gotin: "Digot ku 'Ez dixwazim vegerim ser karê xwe, heta ez venegerim ez ê çalakiya xwe bidomînim, dawiya wê mirin be jî.' Gelek kesan û wekîlan jêre name dişand û dixwestin çalakiya xwe bi dawî bike. Lê ew bi bertek bû, digot 'Dema min negirin kar ez ê çima çalakiya grevê bi dawî bikim. Ev daxwaz hêzê nade min, hêzê dide yê hember.'"

Karaer got ku ji ber birayê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest daye, dema ew bi Nûriyeyê re eleqedar dibû hestên cuda lê peyda dibûn û wihda domand: "Ji bo girtîgehên Tîpên F bên girtin birayê min ket grevê, li Sîncanê dest bi grevê kir. Yanî li Sîncanê hewayek cuda hebû, wekî ku min bi birayê xwe re heman hewa distend. Ez li ber birayê xwe bûm. Ugur li Mêrsînê di nav milê min de jiyana xwe ji dest da. Bi Nuriyeyê re min birayê xwe ji nû ve dît." Karaer da zanîn ku dema ew derketiye, Nuriyeyê ji wê re gotiye dilê min jî bi xwe re bibe û ev tişt anîn ziman: "Min got ez ê dilê te bibim derve, lê dê dilê min li hundur bimîne. Ez ji vê tahliyeyê qet kêfxweş nebûm. Ji ber ku Nuriye li hundur e."

'DENGÊN WAN BIBIHÎSIN'

Karaer piştrast kir ku herî dawî berî ku ew derkeve, li hundur ji bo Gulmen û Ozakça 5 rojan ketiye greva birçîbûnê, gelek kesan piştgirî daye vê çalakiyê û xwest her kes piştgiriyê bide berxwedana wan.

Ergîn Çaglar -dîhaber